​​​​​​​Ciwanên Tebqayê bi meşeke meşaleyî berxwedana gerîla silav kir

Bi pêşengtiya ciwanan, şêniyên Tebqayê bi meşeke meşalayî berxwedana gerîla ya li dijî êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir.

​​​​​​​Ciwanên Tebqayê bi meşeke meşaleyî berxwedana gerîla silav kir
23 nîsan, 2022   20:11
TEBQA

Li Tebqayê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşeke meşaleyî ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayên azadiyê hate lidarxistin.

Meşa ku bi dirûşmeya "Berxwedana rêber APO heta Metîna, Avaşîn û Zapê dê bi ser bikeve'' hatî lidarxistin de, bi sedan şêniyên bajar, di nav de malbatên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî beşdar bûn.

Meş ji taxa Yekem a bajar dest pê kir û ber bi navenda Şehîd Civiyan Kobanê ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk a li taxa duyemîn ve çû. Di meşê de dirûşmeyên şermezakririna êrişên dewleta Tirk û îxaneta PDK`ê û silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Meş li pêşiya Navenda Şehîd Viyan Kobanê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de daxuyaniyek ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Beyda El-Xidir ve hate xwendin.

/ar/uploads/files/2022/04/23/192546_shbybh-altbqh-ykhrjwn-bmsyrh-mshaal-damaan-lmqawmh-alkryla-28329.webp

Di daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û beşdarbûna PDK'ê di van êrişan de hatin şermezarkirin û hatin destnîşankirin, ev êriş kiryaneke tirsonek e, armanc jê lawazkirina berxwedana gerîla ye, her wiha berteka li hemberî hemleyên cîhanî yên derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk piştî ku derbên giran ji aliyê gerîla ve xwarin, xwestin tola ji sivîlên li Kobanê, Til Temir, Zirgan û Şengalê hilînin.

Di dawiyê de ciwanên Tebqayê piştgiriya  xwe bi PKK`ê û hêzên gerîla re nîşan da.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(bx)

ANHA