Artêşa tirk êrişî Kurojahroyê dike, gerîla bersiv dide

Hate diyarkirin ku helîkopterên artêşa Tirk a dagirker ji xeta Amediye û Dêraloka ya di bin kontrola PDK’ê de ye, êrişan dibe bi ser Kurojahroyê. Gerîla bersiv dide.

Artêşa tirk êrişî Kurojahroyê dike, gerîla bersiv dide
23 nîsan, 2022   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF'ê, dewleta Tirk a dagirker bi helîkopteran, ji xeta Amediye û Dêralokê ber bi Kurojahroyê ve dest bi êrişan kiriye.

Gerîla bi çekên giran bersiv didin.

Şerên dijwar ên di navbra helikopter û gerîlayan de berdewam in.