Hunermendên li Silêmaniyê: Bi hev re li dijî dagirkeriyê bisekinin

Li Silêmaniyê gelek hunermendên Başûr û Bakurê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li hev bom û bang li aliyên siyasî kir ku bi hev re li dijî dagirkeriyê derkevin.

Hunermendên li Silêmaniyê: Bi hev re li dijî dagirkeriyê bisekinin
22 nîsan, 2022   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê gelek hunermendên Başûr û Bakurê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li hev bom û êriş şermezar kirin.

Li ser navê hunermendan Îbrahîm Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Careke din dewleta Tirk êrişên hovane bi armanca dagirkeriya Başûrê Kurdistanê pêk anî ku bi xwîna hezaran zarokên dilsoz hatiye rizgarkirin.”

Êrişên dewleta Tirk şermezar dikin û bang li hemû hêz û siyasetmedarên Kurd dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derkevin û rê nedin qada Herêma Kurdistanê bibe cihê şerê herêmî û xelk rûbirûyî çarenûseke nediyar be.

Di berdewawma daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hînceta dewleta Tirk a dagirker gelek ji ya îdia dike zêdetir e. Weke bi xwe dibêjin, eger li Marsê jî tiştek bi navê kurdan hebe, wê tune bikin.”

Hunermendan ji partî û aliyên siyasî xwest ku bi yek destî li dijî dagirkeriyê derkevin û gotin ku rêya şerefê ew  e ku berjewendiyên neteweyî li ber çav werin girtine.