Dewleta Tirk hewl dide herêmên dagirkerî ji Sûriyê qut bike

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî ji Cerablus û heta Idlibê siyasetekê plankirî dimeşîne û bi rêya wê hewl dide wan herêman ji Sûriyê qut bike. Ev siyaset li pêş çavên hikumeta Şamê û civata navneteweyî tên kirin, lê li hemberî vê yekê her kes bêdeng e.

Dewleta Tirk hewl dide herêmên dagirkerî ji Sûriyê qut bike
22 nîsan, 2022   05:36
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk ji destpêka ku herêmên Sûriyê dagir kiriye ve, hewl dide siyasetên mêtîngeriyê li tevahî erdîngariya Sûriyê heta Iraqê pêk bîne, da ku wan herêman tev li Tirkiyê bike û projeya osmanî ya Mîsaqa Millî zindî bike.

Dewleta Tirk bi peyamanekê bi Rûsyayê re li beramberî ku taxên rojhilatê bajarê Helebê radestî hêzên hikumeta Şamê bike, di Tebaxa 2016`an de herêmên ji Cerablus heta Ezazê dagir kirin û hebûna xwe li herêmê xurt kir.

Li herêmên dagirkirî ji Cerablus heta Ezazê û ji Efrînê heta Idlibê alozî, bê aramî û guhertina demgorafîk di nav bêdengiya hikumeta Şamê, Rûsya û civata navneteweyî de tên kirin.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, dewleta Tirk hewl da bi rêya ajinde û îstixbaratên xwe (MÎT) welatiyên li bakurê rojhilatê bajarê Helebê, nexasim li herêmên li ser sînorê Sûriyê – Tirkiyê bi kar bîne, nasnameya tirkî da wan da ku bi hêsanî derbasî Tirkiyê bibin.

Dewleta Tirk hewl da komên leşkerî yên tirkmenî û partiyên siyasî ava bike da ku siyasetên xwe yên dagirkirinê li herêmê bi cih bîne. Li gorî hejmareke welatiyên wan herêman, dewleta Tirk gelek civîn ji rûspiyên herêmê û gundewaran re li dar xistin. Belgeyên sexte ku vedigerin dîroka Osmanî vekirin. Li gorî wan belgeyan, welatiyên li bakurê rojhilatê bajarê Helebê bi eslê xwe tirkmenî ne.

LI BAKUR ROJHILATÊ HELEBÊ 220 GUNDÊN KURDAN BI XETERIYA JENOSÎDÊ RE NE

Tê zanîn ku piraniya şêniyên Cerablus û Ezazê Kurd in. Kurd li zêdetirî 220 gundan hene. Her wiha hin malbatên Tirkmen û Ereb jî hene. Partiya ku di demên berê de li Sûriyê serdest bû a demografiya herêmê guhertin û bi rêya projeya serastkirina çandiniyê(îslah el-zîraî) wan herêman dan ereban. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re rola dewleta Tirk dest pê kir, herêm kir Tirk û nasnameya wê ya sereke ya kurdî ji holê rakir.

Dewleta Tirk bi rêya partiyên tirkmenî, Kurd tengav kir û di bin zexta çekê de ew neçar kir ku nasnameya tirkî rakin. Bi pereyan yan jî tevlîbûna ji nava çeteyan re, ew teşwîq kir û xapand. Bi vê yekê kuştin, dizî û desteserkirina mal û milkên sivîlan ji wan re rewa kir.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ÇAVKANIYÊN TERORÊ NE

Roj bi roj herêmên dagirkirî vediguherin çavkaniya terorîstên ku navên wan di lîsteyên cîhanê yên terorê de. Bajarê Cerablus, Bab û Ezazê bûne nuqteya starejîk û deriyê derbaskirina çeteyên DAIŞ`ê û rêxistinên din ên terorîst ên El-Qayîde û alîgirên wan e. Ev herêm ji dewleta Tirk re girîngtirîn deriyên talankirina xêrûberên Sûriyê ji petrol û kargehên pîşesazî bûn, bi taybet kargehên pîşesazî yên li herêma Şêx Necar a Helebê ku ji girîntirîn bajarên pîşesazî li Rojhilata Navîn in.

Balafirên girêdayî Koalisyona Navneteweyî li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin nexasim li bajarê Idlibê zêdetirî carekî kesayetên payebilind ên di nava komên çete de kirin hedef.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li gel gelê Sûriyê bi taybet şêniyên Helebê bi navê "Dizê Helebê" tê naskirin. Nemaze piştî îsbat bû ku destê gelek kesayetên nêzî wî û desayetên sereke yên di desthilata li Tirkiyê de di diziya kargehên Helebê de heye.

Welatiyek ji bajarê Babê ku ji ANHA`yê re axivî, destnîşan kir ku bajarê Babê bi taybet û herêmên dagirkirî  bi giştî bûne mîna wîlayetên Tirkiyê û bal kişand ser guhertina demografî ku dewleta Tirk li wan herêman pêk tîne, ferzkirina pereyên tirkî, guhertina navên gundan, ferzkirina nasnameyên tirkî li şêniyan, daliqandina ala Tirkiyê û wêneyên Erdogan li hemû navend û saziyên sivîl û herî dawî jî ferzkirina zimanê tirkî wekî zimanekî fermî li dibistanan û neçarkirina şêniyan ku fêrî vê zimanî bibin.

Dewleta Tirk ji guhertina demografî têr nebû, lê belê tax bi temamî ji bajarê Bab, Cerablus û Ezazê rakir da ku baregehên leşkerî ava bike û bibe mîna cihekî ewle ji berpirsên tirkan re.

Di demên dawî de dewleta Tirk di navbera Cerablus û bajarê Babê de bi dehan avahiyên mêtîngeriyê ava kirin da ku kesên biyanî û malbatên çeteyan lê bi cih bikin.

Di nava çend rojên borî de Erdogan got, ew ê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku hemû sûriyên vegerin.

HERÊM JI DEWLETA TIRK RE HIŞTIN

Her demekê berpirsên dewleta Tirk serdana herêmên dagirkirî dikin weke ku bajar û herêmên tirkî ne, bêyî ku hikumeta Şamê di vê yekê de agahdar bikin.

Her dawî jî dewleta Tirk li seranserî eniya şer xendeq koland da ku dîwar lêke û herêmê ji Sûriyê qut bike.

Welatiyê bi navê Hisên Welo ku ji Babê ye da zanîn ku li gorî şêniyên gundewarên dagirkirî, dewleta Tirk dixwaze xendekan li seranserî eniyên şer bi ser hêzên hikumeta Şamê ve bikole da ku dîwar ava bike û herêmê ji herêmên din ên Sûriyê qut bike.

Welo da zanîn ku şêniyên bajarê Babê û bajarokê Tadif li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li ber rabûn û nerazîbûn nîşanî kolandina xendekan di navbera gundên wan de da.

Welo diyar kir ku li herêmê tevlihevî û bêîstîqarî heye, rewşa aborî xirab e.  Ji ber dewleta Tirk dixwaze li herêmê gel bixe bin serweriya siyasetên xwe û plan xwe ya dagirkirî li herêmê pêk bîne.

Welo behsa tirkkirin û guhertina demografî li bajarê Babê û herêmên din ên dagirkirî kir û da zanîn ku bi rêya hin rêxistinên ku di bin navê "xêrxwaziyê " de dixebitin û bi awayekî raserast girêdayî îstixbaratên dewleta Tirk in avahiyên mêtîngeriyê tên avakirin.

Welo destîşan kir ku sivîlên li herêmên dagirkirî û xizmên wan binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk ên li dijî sivîlan pêk tîne eşkere dikin û diyar kir ku dewleta Tirk û alavên wê yên îstixbaratî zexta li ser sivîlan zêde dike da ku tişta ku li herêman tê kirin, eşkere nekin.

SIYASETÊN HIKUMETA ŞAMÊ BÛ SEDEMA DAGIRKIRINA HERÊMÊN SÛRIYE

Welo bal kişand ser bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tîne û wiha axivî: "Hikumeta Şamê di asta yekemîn de pêwendîdar e ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker eşkere bike û wê neçar bike ku ji xaka wê derkeve."

Hisên Welo bang li hikumeta Şamê kir ku li şûna ambargoyê pêk tîne û koçberên Efrînê li kantona Şehbayê dorpêç dike zextê li dewleta Tirk bike da ku wê ji xaka Sûriyê derxe. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê derxin.

(bx)

ANHA