' Em şer naxwazin, lê em ê bi her awayî gel û destkeftiyên xwe biparêzin '

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ewlehî, aramî û projeya neteweya demokratîk ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û got: "Em şer naxwazin, lê berdêl çi dibe bila bibe em ê destkeftiyên xwe biparêzin."

' Em şer naxwazin, lê em ê bi her awayî gel û destkeftiyên xwe biparêzin '
21 nîsan, 2022   23:42
MINBIC- SELWA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêmên Til Temir, Eyn Îsa, bajarê Minbicê û Kantona Şehbayê didomînin.

Têkildarî mijarê berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê, êriş û tevgerên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye. Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di van demên dawîn de hewl dide ji şerê Rûsya û Ukraynayê sûdê wergire û baregehên leşkerî yên nû li herêmê ava bike û herêmê bike hedef.

Derwîş da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker her carê derfet digire û bi êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêmên li xeta sînor, ji Til Temir, Zirgan û Eyn Îsa dest pê dike û heya Minbic û Şehbayê hewl dide, pêş de biçe, lê her tim têk diçin.

Derwîş wiha lê zêde kir: "Em amade ne ku her êrişeke dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmê têk bibin û li ser vê bingehê em amadekariyên leşkerî dikin. Armanca wê eşekere ye û her tim hewl dide krîzan bikar bîne da ku pirsgirêkên xwe yên hundir derxîne derve."               

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li ser krîza Sûriyê got: "Rewşa heyî ya Sûriyê şerên nû tehemûl nake. Divê çareseriyên aştiyane werin dîtin. Lê dewleta Tirk a dagirker ji rijandina xwîna gelê Sûriyê têr nebûye û xewnên wê yên berfirehtir ên ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk li Sûriyê hîn jî hene.  Hemû planên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê ji hemû cîhanê re eşkere bûne. "

Şervan Derwîş her wiha bal kişand ser rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Hêzên me berê hemû êrişên li ser axa me pûç kirin, hêza parastinê yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji aliyekê ve gihaştine qonaxên her pêş, ji aliyekî din ve gelê me li dijî van êrişan li kêleka me sekinîn."

Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de bang li gelê herêmê kir ku ji planên dagirkeriyê hişyar bin û got: "Em şer naxwazin, lê em ê gelê û destkeftiyên xwe yên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest ketine biparêzin."                

(dx)

ANHA