​​​​​​​Ferhad Merdê: Dem hatiye em bi hev re piştgiriyê bidin gerîlayan

Helbestvanê Kurd Ferhad Merdê bang li hunermend û rewşenbîran kir ku bi nivîs û hunera xwe li dijî komployan rawestin û got: " Dem hatiye em bi hev re li dijî dagirkeriyê rawestin û piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayan."

​​​​​​​Ferhad Merdê: Dem hatiye em bi hev re piştgiriyê bidin gerîlayan
22 nîsan, 2022   00:46
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê dest bi êrişeke qirkirinê li dijî gelên Kurdistanê kiriye.

Ev êriş piştî 3 rojan ji serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê û hevdîtina wî bi Erdogan û serokê MÎT'ê Hakan Fîdan re, pêk hat.

Hemwextî êrişên hevpar ên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hikumeta Mistefa Kazimî dîwar di navbera Şengal û Rojava de lê dike. Di heman demê de artêşa Iraqê êrişî navendên Asayîşa Êzîdxanê dike da ku wan neçar bike ku navendên xwe vala bikin.

Her ku diçe piştgiriya ji bo gerîlayan û şermezarkirina hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re zêde dibin.

Rewşenbîr, rojnamevan û kesayetên bi bandor banga rawestandina êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dikin, her wiha xwedîderketina xwe li gerîlayên azadiyê nîşan didin.

Di vê der barê de helbestvanê Kurd Ferhad Merdê ji ajansa me re got: "Êrişa dawî ya ku dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin ne wekî yên berê ye. Lê ev êrişeke berfireh li dijî tevahî gelê Kurd e. Ev êriş ne tenê PKK'ê dike hedef, di heman demê de tevahî destkeftiyên gelê Kurd hedef digire."

Merdê hevkariya PDK'ê ya bi artêşa Tirk a dagirker re di êrişên li se Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û bang li rewşenbîr û hunermendan kir ku ji bandorên şer hişyar bin.

Ferhad Merdê di nava axaftinên xwe de ev tişt anî ziman: "Gelê Kurd  bi sedên salan êşa şerê birakujî kişandiye. Ji ber vê yekê em bi hêvî ne ku şerê birakujiyê dûbare nebe. Em bi hêvî ne ku tişta diqewime xewnek be. Pêşiyên me hêvî dikirin ku gelê Kurd yekgirtî be, li hember dijminan hevgirtî be, ji ber ku dijmin Kurdan ji hev cuda nake, Kurdan tevahî dikin hedef."

Merdê diyar kir ku PDK'ê li gor berjewendiyên dewleta Tirk tevdiger, doza  Kurd firot û got, ew ne Kurd in belku xwe weke Kurd nîşan didin.

Helbestvanê Kurd anî ziman ku dîroka êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdan dû dirêj e û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ne tenê hebûna PKK'ê ye, lê belê bi hinceta şerê li dijî terorê tevahî gelên Kurdistanê dike hedef û bi van êrişan dixwaze aloziyên AKP'ê derxîne derve."

Ferhad Merdê bal kişand ser berxwedana gerîla û wiha pêde çû: " Dewleta Tirk dixwaze tevgera kurdî lawaz bike, lê belê îradeya gelê me bi hêz e, baweriya me bi hêz û gerîlayêne me heye. Wekî berê me gotiye, gerîla parêzvanên rûmet û şerefa me ne, ne ji wan ba me tiştek bi dest nedixist.

Ferhad Merdê diyar kir ku gelên Kurdistanê, ji aliyê dewleta Tirk, PDK'ê û hikumeta Kazimî ve  rastî komployeke mezin tê û ev tişt anî ziman: "Lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji wê komployê ne."

Merdê bang li gelê Kurd kir ku li dijî komployên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê rawestin û diyar kir ku eger destkeftî ji dest herin ew ê bi hezarên salan careke din neyên bidestxistin.

Di dawiyê de helbestvan Ferhad Merdê bang li rewşenbîr û hunermendan kir ku hişyar bin û got: "Dem hatiye em bi hev re bi qelem û helbestên xwe piştgiriyê bidin gerîlayan. Em parastina ziman û çanda xwe bikin, ji ber ku ev êriş ziman, xak, çand, rûmet û şaristaniya me dike hedef."

(şt)

ANHA