'Gotina xiyanet li ser kiryarên ku PDK`ê dike hindik e'

Welatiyên Qamişloyê derbarê hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li ser Başûrê Kurdistanê de diyar kirin ku dîroka PDK`ê di hevkariyê de kûr e: “Gotina xiyanet li ser kiryarên ku PDK`ê dike hindike.”

'Gotina xiyanet li ser kiryarên ku PDK`ê dike hindik e'
21 nîsan, 2022   03:33
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Piştî rêzehevdîtinên rayedarên Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker e, di 18`ê Nîsanê de operasyoneke dagirkerane li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hat dest pê kirin.

Têkildarî mijarê welatiyên bajarê Qamişlo nêrîna xwe bi ANHA`yê re parve kirin.

Helîma Hacî diyar kir ku ew hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re nema qebûl dikin û got: “Heta kengî wê zarokên me li ser destê PDK`ê şehîd bibin, ji demên berê de bi hezaran li ser destê we şehîd bûn e, bila ji silavdayîna xwe ya bi Erdogan re şerm bike.”

Helîma Hacî got: “Malbata Barzanî ji esilê xwe ve ne Kurd in; ji ber heke piçek kurdayetî di malbatê de hebûye ew ê bi dijminê gelê Kurd re neketiba nava hevkariyan de.”

Helîma Hacî da zanîn ku heta dawiyê ew ê piştgiriya gerîlayên HPG û YJA Starê bikin.

Mihemûd Hisên jî got: “Em weke pêkhateyên Ereb jî êrişên dewleta Tirk û PDK`ê yên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar dikin.”

Mihemûd Hisên da xuyakirin ku hêzên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê perevaniyê li ber fikrê demokratîk, azadî û mirovahiyê dikin û wiha dom kir: “Ev proje jî xizmetê ji dewleta Tirk û malbata Barzanî re nake ji ber vê yekê êrişên hevbeş pêk tînin.”

Welatiya bi navê Zînê Emîn destnîşan kir ku ne cara yekê ye PDK`ê li dijî hêzên kurdî derdikeve û wiha got: “PDK`ê di salên berê de peymanek bi dewleta Tirk re imze kir li ser esasê têkbirina gêrîlayan, dîroka wan di hevkariya dijminan re kûr û berfirehe.”

Zînê Emîn got: “Gotina xiyanet ji bo kiryarên PDK`ê hindike.”  He wiha bal kişand ser hewildanên dewleta Tirk a dagirker di têkbirina PKK`ê de û got: “Ev ne pêkane; ji ber gelekî berxwedêr li pişta gerîlayan e, kaniya esasî ya gerîlayan gel e.”

Ebdurihman Hisên jî diyar kir ku PDK`ê ji bo xapandina Kurdan ji aliyê dijminan ve hatiye avakirin û got: “Her dem Erdogan malbata Barzanî eşîr dibînin, em hêviya ji Mesûdê Barazanî nakin; lê em ji gelê xwe yê li Başûr dikin.”

Ebdulrihman destnîşan kir ku li kêlek hevkariya êrişîkirina li ser Başûr, bi armanca dorpêçkirina Rojava dîwar jî di navbera Rojava û Şengalê de lêdikin.

ANHA