Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê banga tevlêbûna meşeke girseyî

Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya PYD’ê li Qamişloyê bang li şêniyên Qamişlo kir ku sibe tev li meşa şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê banga tevlêbûna meşeke girseyî
20 nîsan, 2022   20:13
QAMIŞLO

Meclisa Giştî ya PYD’ê li Qamişlo bang li şêniyan kir ku beşdarî meşa bi diruşma" PKK’ê nûnertiya gel dike û gel nûnertiya PKK’ê dike" bibin.

Ev bang bi rêya beşdariya Meclisa Jinan, Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD’ê, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan di meşa vê êvarê li Qamişloyê de pêk hat.

Beşdar ji pêş navenda PYD’ê ya li taxa Kornîş a Qamişlo dest bi meşê kir û li tevahî kolanên sereke û şaxî gerîn û diruşmên silavkirina berxwedan gerîla û şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk berz kirin.

Tê payîn sibe meşeke girseyî saet 10:00’an sibehê ji Çerxerêya Rojhilat ber bi Çerxerêya Sonî ya li herêma rojhilat a Qamişlo ve dest pê bike.

(fr)

ANHA