ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-04-2022
20 nîsan, 2022   23:00

-Şêniyên Qamişlo û gundewarên wê li Qamişloyê meşeke girseyî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û pêkanîna sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixin. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên dawî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li dijî êrişên li ser Herêmên Parasatinê yên Medyayê û xiyaneta PDK'ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiya "Konê Berxwedanê" li qada Şehîd Egîd a Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên li Hesekê xwepêşandanekê der barê êrişên qirkirinê ku dagirkeriya Tirk tevî PDK’ê pêk tîne de li dar dixe. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdariya şêniyên Dirbêsiyê ya Hesekê daxuyaniyekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tırk a dagırker bi beşdariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di dîrokê de gelên cîhanê gelek caran rastî ambargoyan hatine, dijminan nikarîn dagirkeriya xwe bidin meşandin, ji 10 salan ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin siyasetên dorpêç, birçîkirin û tîkirinê de ye. Lê gelên herêmê serî ji van siyasetan re netewandin û xwe teslîm nebûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê piştgiriya xwe ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê ‎Helebê ku bi dorpêça hikumeta Şamê re rû bi rû ne, nîşan dan. . (BI WÊNE Û DÎMEN).

 ‎HEVPEYVÎN

- Mûxalifê sûrî Fîras Qesas teqez kir ku dewleta Tirk nirxên ku ocalanî dixwazin di çanda herêmê de biçînin ku ew jî nijadperestiyê red dikin û ji şer hez nakin, dike hedef. Her wiha destnîşan kir ku helwesta Hewlêrê tenê di çarçoveya teslîmiyeta bindestiya ji dewleta Tirk re tê fêmkirin û bang li pêkhateyên herêmê kir ku destekê bidin ocalaniyê û neteweya demokratîk da ku li hember dijminên mirovahî û rûmetê bisekinin. (BI WÊNE)

- Rojnamevan Nîhad Kaya got, “Em bixwazin nexwazin, şer tê. Tu Kurdek nikare xwe derveyî vî şerî bibîne. Kurd di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de yan dê bi ser kevin, yan dê qir bibin. Tu rêyên din tune ne.” (BI WÊNE)

- Nûçegihanên ku li Rojava dimînin diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê ji bo veşartina berxwedana gel û binpêkirinên xwe dewleta Tirk li hemberî civakê dixwaze bi rêya girtina rojnemevanan civakê bê deng bihêle û gotin: “Ji berê de dewleta Tirk di siyasetên xwe de dijminatiya gelê Kurd dike, pê re jî rojnamegeriya kurdî bê par nahêle.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Parêzer û çalakvana ji Başûrê Kurdistanê Çiro Şiwanî diyar kir ku ji ber nebûna qanûnên li dijî tundiya li ser jinê û hişmendiyê zilamperestî, tundiya li ser jinê li Başûrê zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên Efrînê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê piştrast kirin û gotin: "Gerîla wê bimîne, Partiya Demokrat a Kurdistanê jî wê têk biçe û bimire îxanet." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên ji hemû pêkhateyan li bajarê Minbicê piştgiriya xwe ya bi gerîlayan re li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan dan û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re wekî dijminî herî mezin a Kurdan bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Şêx û rûspiyên rojhilatê Dêrazorê li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîlayan anî ziman û diyar kir ku dewleta Tirk li ser Ereb, Kurd û Ermenan xeter e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rojnamevanekî misirî, ji bo peyama mîr Miqdad Midhet Bedirxan dewam bike, dê li paytexta Mirisê Qahîrayê kovarekê bi navê Kurdistan belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA