Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Bi slogana "Bi rihê şehîdên azadiyê em ê Çarşema Sor vejînin û dagirkeriyê têk bibin", êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çarşema Sor pîroz kir.

20 nîsan, 2022   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya sersala êzidyan ku li gor salnameya Rojhilatî dikeve çarşema ewil ji Nîsanê, êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahî li dar xistin.

ŞEHBA

Şêniyên herêma Efrînê li qada sereke ya gundê Maretê ya girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li hev kom bûn.

Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên şehîdên berxwedana Serdemê, Şengalê, Alên Yekîtiya Êzidiyan û wêneyên rêber Ocalan hat xemilandin.

Di pîrozbahiyê de ji rêvebirên Yekîtiya Êzidiyan a kantona Efrînê Ayşe Sîdo axaftin kir.

Ayşe Sîdo di axaftina xwe de Çarşema Sor pîroz kir û got: "Di vê roja pîroz de, aliyên ku 74 ferman bi serê gelê me de anîn dîsa siyasetên xwe yên ji bo tunekirina civaka êzidî dimeşînin. Dîwarê ku artêşa Iraqê li Şengalê lê dike û êrişên li ser îradeya azad, beşdariya PDK`ê bi dewleta Tirk re di şerê li dijî gerîla de, nîşan dide ku peymanên nû ji bo tunekirina Kurdan di meriyetê de ne.”

Aşye Sîdo diyar kir ku piştî Şengal li dijî DAIŞ'ê bi ser ket, dewleta Tirk ji bo tolhildana DAIŞ'ê dest bi êrişên nû kiriye.

Ayîşe her wiha destnîşan kir ku ew ê bi rihê Çarşema Sor û bi berxwedana gelê Şengal, Rojava û çiyayên Kurdistanê hemû komployan vala derxin.

Endama Yekîtiya Êzîdiyan Gulê Cafer jî li ser wateya Cejna Çarşema Sor wiha got: "Çarşema Sor cejna jidayikbûna erdê ye. Hêkên rengrengî jî tê wateya Buharê û destpêka jiyanê."

Her wiha koma Mamostayat sirûdên olî yên taybet bi Çarşema Sor gotin.

Di dawiya pîrozbahiyê de helbestvanên herêma Efrînê helbestên xwe pêşkêş kirin.

KOBANÊ

Şêniyên gundê Kûçik Mît ê rojhilatê navçeya Çelebiyê ya başûr rojhilatê bajarê Kobanê jî sersala êzidiyan (Çarşema Sor) pîroz kir.

Şêniyên gund, endamên saziyên navçeyê û nûnerên PYD`ê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de şêxê Êzidî Xelîl Nebo wiha axivî: "Em Çarşema Sor li rêber Ocalan, malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Ji ber ev cejna mirovahiyê ye."

Her wiha endamê Komîteya Rêxistinî ya PYD`ê ya navçeya Çelebiyê Ebdurehman Şêx Xelef Cejna Çarşema Sor li rêber Ocalan, gelê Kurd, gelê Êzidî ku rastî 73 fermanan hatiye pîroz kir.

Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Weyso Zên ev tişt got: "Em vê cejnê li gelê Kurd pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe wesîleya aştî û ewlehiyê. Şêniyên Şengalê dê li hember dijminên xwe bi ser bikevin. Ji ber ew parastina xaka û gelê xwe dikin."

Her wiha welatiyê bi navê Silêman Muslim ku ji şêniyên gund e ji ANHA`yê re axivî, êrişên dewleta Tirk li ser gelê Êzidî şermezar kir û teqez kir ku ew tu carî nikarin hebûna civaka êzidî tune bikin.

Di dawiyê de Koma Zerdeştê Kal stran pêşkêş kir û govend hate gerandin.

HELEB

Bi sedan êzidiyên li bajarê Helebê dimînin û pêkhateyên din ên bajêr Cejna Çarşema Sor pîroz kir.

Bi vê boneye Yekitiya Êzidîyan li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê pîrozbahiyek li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, dîroknasê helebî Nahid Kûsa û bi sedan ji civaka êzidî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Koordînasyona Jinên Êzidî Sûad Hiso, Hevserokê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo axivîn û Cejna Çarşema Sor li civaka êzidî pîroz kir.

Sûad di axaftina xwe de teqez kir ku siyasetên niha li dijî Şengalê têne kirin berdewamiya siyasetên kevin e ku dixwazin aramiya êzidiyan têk bibin û xaka Şengalê ya pîroz dagir bikin.

Mihemed Şêxo jî got, qirkirinên ku li dijî civaka êzidî pêk hatine nikarîn îradeya wan bişkînin. Şêxo bang li gelê herêmê kir ku tecrubeyên berxwedana êzidiyan esas bigrin da ku zehmetiyan derbas bikin û bi kokên xwe yên dîrokê ve girêdayî bin.

Di dawiya pîrozbahiyê de rêûresmên olî û stran ji aliyê hunermend Ehmedê Xanî û Elî Daûd, komên girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn ve hatin pêşkêşkirin.

(şt, bx)

ANHA