Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêniyên  kantona Qamişlo re rûnişt

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi  Meclisa bajarê Qamişlo û şaredariyên wê û Meclisa Navçeya Dêrikê re civiya û nêrîn û pêşniyarên derbarê reşnivîsa peymanê de girt.

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêniyên  kantona Qamişlo re rûnişt
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêniyên  kantona Qamişlo re rûnişt
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêniyên  kantona Qamişlo re rûnişt
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêniyên  kantona Qamişlo re rûnişt
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêniyên  kantona Qamişlo re rûnişt
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêniyên  kantona Qamişlo re rûnişt
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêniyên  kantona Qamişlo re rûnişt
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêniyên  kantona Qamişlo re rûnişt
18 nîsan, 2022   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şîrovekirina naveroka peymanê û girtina nêrîn û pêşniyaran, li gel meclisa bajarê Qamişlo û şaredariyên wê " Girbawî û El-Tenûriyê" re civiya.

Civîn li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de endamên komîteyê Miwefeq El-Ehmed, Asya Ebdullah û Senherîb Bersûm amade bûn.

Di civînê de 99 madeyên reşnivîsa peymana civakî hatin xwendin, pêşniyar û nêrînên beşdaran hatin girtin.

DÊRIK

Di heman çarçoveyê de li Dêrikê civîn bi endamên meclisa navçeya Dêrikê û herêmên Beravê û Koçerat re hat lidar xistin. Di civînê de endamên komîteya Peymana Civakî Foza Yûsif, Aynûr Başa, Larî Murad amade bûne.

Li wir jî madeyên peymanê hatin xwendin, nêrîn û pêşniyar hatin girtin..

Endama komîteyê Aynûr Başa ji ajansa me re got: "Piştî 6 mehan ji nîqaşan, me dawî li reşnivîsa Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî."

Komîteya berfireh a peymana civakî hu 158 endaman pêk dihat.

Aynûr Başa ev tişt jî anî ziman:" Komîte ji nûnerên hemû pêkhate û olên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî pêk dihat, ji sedî 50 endamên wê jin bûn. "

Hêjayî gotinê ye ku Komîteya Sazkirina Peymana Civakî dê rêzecivînên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhiltê Sûriyê bi şêniyan re ji bo şîrovekirin û nîqaşkirina naveroka Hevpeymanê dewam bike.

(şt)

ANHA