Rûsya dorpêça li ser bajarê Mariupolê girantir dike

Hêzên Rûsyayê dorpêça li ser bajarê Mariupol ê Ukraynayê didomînin. Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê jî diyar kir ku “berxwedana” hêzên Ukraynayê pêşketina hêzên Rûsyayê li deverên din dereng dixe.

Rûsya dorpêça li ser bajarê Mariupolê girantir dike
18 nîsan, 2022   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyên şaredarê bajarê Lvîv ê Ukraynayê û şêwirmendekî serokatiya welêt, hêzên Rûsyayê vê sibê bi moşekan êriş bajarê Lvîvê kir.

Hemwextî wê hêzên Rûsyayê dorpêça li ser bajarê Mariupol ê stratejîk dewam dikin, piştî bidawîbûna muhleta ku duh sibehê daye leşkerên Ukraynayê da ku xwe teslîm bikin.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê jî got: “Berxwedana Ukraynayê li Mariupolê pêşketina hêzên Rûsyayê li deverên din dereng dixe.”  

Duh jî hikumeta Ukraynayê taloqkirina tevgera li korîdorên mirovî yên ji bo derxistina sivîlan ji rojhilatê Ukraynayê ragihand, piştî ku agirbest bi hêzên Rûsyayê re pêk nehat.

 (şx)