ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-04-2022
17 nîsan, 2022   23:00

-Pêkhateyên Tirbespiyê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de meşekê li da dixin. Meş ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê dike, 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya sêyemîn a bi gel re li Hesekê dewam dike.  Komîte li navçeya Şedadê bi meclis, komîn û saziyên navçeyên başûr ên kantona Hesekê re dicive, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Şehbayê zêdetirî 350 hezar welatî li hember ambargoya giran a ku hikumeta Şamê ferz kiriye, li ber xwe didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedaran destnîşan kir ku kilîta çareserkirina aloziyên domdar ên li herêmê di destê rêber Abdullah Ocalan de ye û diyar kir ku girankirina tecrîdê, rê li pêşiya van çareseriyan û pêkanîna aştiyê digire. Her wiha got azadiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azadiya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Ji bo plana êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk Aldar Xelîl got, “Ew plan yek û giştî ye. Destpêkê çiyayên Kurdistanê, piştre Şengal û Rojavayê Kurdistanê ye, an jî hemû bi hev re ne. Pêwîst nake ku em rûnin û lê temaşe bikin û pişt re tevbigerin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Lêkolînera zanistên siyasî Fernaz Etiye, diyar kir ku xistina navê PKK'ê di ''lîsteya terorê'' de mijareke siyasî ye û ne qanûnî ye. He wiha got, li şûna PKK'ê ya ku ji bo projeya neteweya demokratîk têkoşîn dike, divê Tirkiyê bikeve lîsteya terorê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê  Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hac Îsa bal kişand ser metirsiya DAIŞ'ê û diyar kir ku DAIŞ projeyeke siyasî ye û ji bo li herêmê guhertineke demokratîk pêk neyê hatiye avakirin û bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî vê xeteriyê erka xwe  bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamên Mala Êzidiyan a Helebê lêkirina dîwarê di  navbera Rojava û Şengalê de wekî dubarekirina fermana Tebaxa 2014`an bi nav kir û got, yekane rêya têkbirina planên dagirkeran berxwedan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Tevî ku 2 meh li ser destpêkirina danûstandinan di navbera her du hikumetên Lîbyayê "El-Istiqra û El-Weteneiye" de derbas bûn, lê heta niha alozî çareser nebûye. Pisporek dibêje, dibe di demeke nêzîk de desthilatdar radestî hikumeta nû bê kirin û  yek didin dibêje ku parçebûna civaka lîbyayî hêviya çareseriyê nade. (BI WÊNE).

ANHA