​​​​​​​MSD'ê hêvî kir ku Cejna Paskalayê bibe wesîleya aramî û aştiyê

Meclisa Sûriya Demokratîk Cejna Paskalayê li xiristiyanên li herêmê û cîhanê pîroz kir û hêvî kirin ku aramî û aştî li herêmê û seranserî cîhanê pêk were.

​​​​​​​MSD'ê hêvî kir ku Cejna Paskalayê bibe wesîleya aramî û aştiyê
17 nîsan, 2022   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya Cejna Paskalayê îro peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peymê de wiha hate gotin: "Em Cejna Xiristiyanên li Sûriyê û seranserî cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku aştî û aramî li welatê me û cîhanê pêk were.

Ev cejn ruhê biratî û yekitiyê di nava pêkhateyên herêmê de temsil dike, yên ku li hemberî hemû zehmetiyan ji bo Sûriyeke aram û bi ewle bûne yek.”

 (dx)