Cenazeyê ciwanê bi fîşekên leşkerên Tirk hatî qetilkirin, hat veşartin

Leşkerên Tirk duh li bejahiya navçeya Rûbarok a Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ciwanek qetil kir. Cenazeyê ciwanî hatî qetilkirin îro li goristana Gundikê Hecibey a gundê Samanli hat veşartin.

Cenazeyê ciwanê bi fîşekên leşkerên Tirk hatî qetilkirin, hat veşartin
17 nîsan, 2022   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

16'ê Nîsanê li sînorê navbera navçeya Rûbarok a Colemêrgê û Başûrê Kurdistanê, Tahsîn Yalçin ê 21 salî bi fîşekên leşkerên Tirk hate qetilkirin.

Cenazeyê Yalçin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hate wergirtin û li goristana Gundikê Hacibey ê gundê Samanli yê navçeya Rûbarokê hate veşartin.

Di êrişa dewleta Tirk de du kes jî rizgar bûbûn.

2'ê Gulana 2019'an li herêma sînor a li navçeya Geverê Sertîp Şen ê 46 salî hatibû qetilkirin.

1'ê Tebaxa 2019'an li ser sînor ê navçeya Rûbarokê Vedat Ekîncî yê 14 salî hatibû qetilkirin.

Komkujiya herî mezin a li ser sînor di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê hatibû kirin. Piraniya wan zarok 34 sivîl hatibûn qetilkirin.