Di meha Remezanê de kampanyaya “Meha Xêrê” hat destpêkirin

Di kampanyaya “Meha Xêrê” ya Heyva Sor a Kurd daye destpêkirin de heta niha 40 hezar û 150 tûrikên nan li welatiyên 7 bajar û navçeyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine belavkirin.

Di meha Remezanê de kampanyaya “Meha Xêrê” hat destpêkirin
17 nîsan, 2022   09:43
QAMIŞLO

Bi boneya meha Remezanê, Heyva Sor a Kurd bi navê “Meha Xêrê” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampanyayek dest pê kir. Di kampanyayê de tûrikên nan li welatiyan tên belavkirin.

Girêdayî mijarê hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Elî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanca wan ji vê kampanyayê manewî ye û got: “Da ku welatî hîn bêhtir di van rewşên zehmet de bi hev bihesin.”

Êva Elî da xuyakirin ku ew nan bi rêya malên gel, komîn û firinan belav dikin û wiha dewam kir: “Heta niha me 40 hezar û 150 tûrikên nan li gorî vê rêzê belav kirine; 16 hezar û 575 li Qamişlo, 8 hezar 62 li Amûdê, 29 hezar û 625 li Hesekê, 7 hezar li Til Temirê, 4 hezar û 88 li Dirbêsiyê, hezar û 500 li Minbicê û 300 turik li Kobanê.”

Êva Elî destnîşan kir ku dê di rojên pêş de kampanya “Meha Xêrê” bighêje herêmên Tirbespiyê, Dêrik, Çilaxa, Reqa, Şehba û Zirganê.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Elî da zanîn ku wan di kampanyayê de kampên koçberan li herêmê ji bîr nekirine û got: “Ji berê ve li kampan nan bê pere ji aliyê rêveberiya kampan ve tê belavkirin. Em ê îsal bi hatina Cejina Remezanê li Kampên Serêkaniyê, Waşûkanî û Newroz, şêraniyê belav bikin.”

(sb)

ANHA