Karayilan: Ebû Ciwan mînakeke giranbûha û rasteqîn ê welatparêzî bû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji malbata şehîdê kedê Şemsedîn Mele Îbrahîm (Ebû Ciwan) re peyamek şand û got: " Ebû Ciwan mînakeke giranbûha û rasteqîn ê welatparêzî û girêdanbûyina axê, welat û azadiyê bû."

Karayilan: Ebû Ciwan mînakeke giranbûha û rasteqîn ê welatparêzî bû
15 nîsan, 2022   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji malbata kesayeta welatparêz, endamê rêveber ê Mclisa PYD'ê Şemsedîn Mele Îbrahîm re peyamek şand. Mûrat Karayilan sersaxî ji malbata Şemsedîn Mele Îbrahîm re xwest û got: "Ked û xizmeta Ebû Ciwan a di ber şoreşê de nayê jibîrkirin û hemû jiyan û hewildanê me wê ew be ku em xwedî li vê kedê derbikevin û layiqê bîranînên wan û gelê me bin."

Kesayetê welatparêz û endamê Meclisa Rêveber a PYD’ê ya şaxê Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm 13'ê Nîsana 2021'an di encama krîzê de bi temenê 75 saliyê jiyana xwe ji dest da.

Peyama Mûrad Karayilan wiha ye:

Di serî de ez li ser navê xwe û li ser navê Rêveberiya Tevgera Azadiyê silavên xwe ji malbatê re dişînim û di salvegera yekemîn a wefata welatparêzê hêja Ebû Ciwan de careke din sersaxiyê ji we re dixwazim. Bi rastî koçkirina kesê weke Ebû Ciwan ji nava me wendahiyeke mezine. Ji ber ku Ebû Ciwan yek ji wan kesayetan bû ku di salên destpêkê de dema ku Rêber Apo derbasî vê heremê bû, fikirê Rêbertî nas kir û bawer kir. Ji wê demê ve heta roja koça xwe ya dawî her li ser fikir û ramanên Rêber Apo tekoşîn kir, bê tereddut û bêyî ku xwe bide paş, her tim mînaka rêhevaltiya durust bi Rêber Apo re, her wiha mînakeke giranbûha û rasteqîn ji bo welatparêzî û girêdanbûyina axê, welat û azadiyê bû.

Ez jî hevalê Ebû Ciwan ji nêz de nas dikim û di gelek serdemên hassas de me bi hevdû re kar û xebat jî meşand. Bi rastî jî ji bo xizmeta şoreşê çi erk kete pêşiya hevalê Ebû Ciwan rojekê jî texsîr nekir û xwe neda paş. Ew welatparêzekî zana û ji nêz de Rêber Apo nas kir, şopand û çû Saha Rêbertî li Akademiya Mahsûm Korkmaz li gel Rêber Apo perwerde dît. Li ser vê bingehê li bajarê Hesekê bû mînaka herî li pêş di welatparêziya xurt û girêdana doza Şoreşa Kurdistanê de. Bi rastî di pêşxistina fikirê welatparêzî di nava gelê Rojavayê Kurdistanê de rola kesayetiyên weke Mihemedê Îsmaîl ê Dêrikê, Yusifê Gulo yê Qamişlo û Ebû Ciwan ê Hesekê rolê van kesan û bi sedan kesên wiha mîna wan pir zêde ye, keda wan daye bê hempa ye. Bi rastî Ebû Ciwan jî yek ji wan kesayetane ku emre xwe di xizmeta dozê de derbas kiriye, ew şehîdekî kedê ye. Em bawer in ku hûn weke malbat û careke din hemû gelê me yên Hesekê wê bi doza Ebû Ciwan ve girêdayî bin û wê tevlêbûyina xwe ya tekoşînê û şoreşê ji her demê xurttir bikin.

Ez jî weke hevalekî ji nêz de hevalê Ebû Ciwan nas dikim, careke din li ser navê tevgera me dibêjim ku ked û xizmeta Ebû Ciwan a di ber şoreşê de nayê jibîrkirin û hemû jiyan û hewildanê me wê ew be ku em xwedî li vê kedê derbikevin û layiqê bîranînên wan û gelê me bin.

Li ser vî esasî careke din ez sersaxî ji malbatê re dixwazim û em dibêjin serkeftin a gelê me ye.

silav û rêz

Murat Karayilan."

ANHA