​​​​​​​Rojnameyên erebî: Bihabûna li Sûriyê rewşa xizanan xirabtir dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa bihabûna madeyên xwarinê li Sûriyê, aloziya petrol û gazê ya di navbera Dadgeha Federal a Iraqê û hikumeta Hewlêrê de û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Bihabûna li Sûriyê rewşa xizanan xirabtir dike
12 nîsan, 2022   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LÊÇÛNA XWARINA XIZANAN NÊZÎ LÊÇÛNA XWARINA DEWLEMENDAN E’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî bihabûna madeyên xwarinê li Sûriyê wiha nivîsî: “Madeyên erzan ên ji derve tên Sûriyê, êdî kêm tên peydakirin û biha bûne, wekî zeyta nebatî ku êdî ji zeyta zeytûnan bihatir bûye. Bi wê yekê lêçûna xwarina xizanan nêzî lêçûna xwarina xweşhalan bûye.

Her wiha ji ber kêmbûna madeyên enerjiye yên ji bo avdana sebzeyan û lêçûna veguhastina berheman ji bo sûkan pêwîst, sebze jî biha bûne. Bi wê re lêçûna xwarinên wekî kartolên sorkirî jî êdî bi qasî lêçûna goştê sor û mirîşkan bûye.

Di Remezanê de li sûkan kirîna goşt zêde bûye, li aliyê din tevgera li sûka sebzeyan kêm bûye.

Buhayê lîtreya zeyta nebatî eger li sûkan peyda bibe, bûye 18 hezar lîreyên Sûriyê. Lîtreya zeyta zeytûnan a herêmî jî li gorî cureya xwe di navbera 12 û 14 hezar lîreyên Sûriyê de ye.

Buhayê goşt jî di navbera 24 û 36 hezarî de ye, li aliyê din lêçûna xwarina kartolên sorkirî digihêje 10 hezar lîreyên Sûriyê.

Pirsgirêk ew e ku vê bihabûnê hema bêje xwarina xizanan ji holê rakiriye. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), zêdetirî ji sedî 90 ji şêniyên Sûriyê xizan in û ji sedî 60 ji xwarina ewle bê par in.”

`DESTESERKIRINA BÎRÊN PETROLÊ YÊN DI DESTÊ KURDAN DE ALOZIYA LI IRAQÊ KÛRTIR KIR`

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Li gorî gelek aliyên siyasî yên Iraqê, bicihanîna Şîrketa Petrolê ya Hikumetê Somo biryara hikumeta federal ku hikumeta navendî dest deyne ser pertola Başûrê Kurdistanê, dê aloziyeke din derxe holê û aloziya siyasî ya heyî girêktir bike.

Çavdêrên rewşa Iraqî da zanîn ku dibe ku ev gav plankirî be, armanc jî şermkirina El-Sadir û tevgera wî ye, bi taybet ku hemwextî lidarxistina civînekê di navbera nûnerên hikumetê û Kurdan de pêk hat ku armanca wê, nîqaşkirina mekanîzmaya çareserkirina vê aloziyê dûrî siyasetê bû.

Çavdêran daxuyand ku ev dosyaya hesas dê bihêle ku aliyên siyasî hevbendiyên heyî di ber çavan re derbas bikin, nexasim Kurdan û bi taybet mijara serokkomariyê. Dê neçar bimînin ku li ser dosyaya petrolê bixebitin û li peymanên berê vegerin.”

‘LÎBYA… DI HILBIJARTINÊN HEZÎRANÊ DE SENARYOYÊN CUDA’        

Li ser rewşa Lîbyayê jî rojnameya El- Beyan wiha nivîsî: "Çavkaniyên lîbyayî diyar kir ku guman hene hilbijartinên parlamentoyê di Hezîranê de li dar bikevin.

Çavkaniyan diyar kir ku gelek nîşane hene ku lidarxistina hilbijartinan piştî du mehan, gelek zehmet e. Nexasim ku Komseriya Nîştimanî ya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan hîna pêvajoya lidarxistinê diyar nekiriye ku divê beriya roja hilbijartinan bê diyarkirin.

Bi berdewamkirina xitimandina siyasî re, di gelek raporên xwecih de hat destnîşankirin ku planek tê amadekirin ku desthilateke alternatîf ji bo pêvajoya demkî bê avakirin ku 2 salan dom dike û kar û barên welêt bi rêya biryarnameyên serokatî bi rê ve dibe, heta ku referandum li ser destûrê pêk tê û hilbijartinên serokatî û parlamentoyê li dar dikevin.”

(cx-dx)