Ecaca vê dawiyê bandoreke neyînî li çandiniyê kir

Beriya çend rojan herêm rastî ecacekê hat ku ziyan gihand çandiniya bejî û sebzeyan.

Ecaca vê dawiyê bandoreke neyînî li çandiniyê kir
11 nîsan, 2022   06:35
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmeke ku germahiya wê orteye, atmosfêra wê di navbera Naverastî û çolê ye. Her wiha piştî werza buharê bayê gerim ji herêmên çolê tê.

Ecac tê naskirin ku bi xwe re toz tîne û zuha ye, leza wê jî di saetekê de 120 km, dîtinê asteng dike û ziyan digihîne tenduristiya mirovan, weke nexweşiyên hestyarî û zirar digihîne amûra bihinkişandinê ku di encam de nexweşiyên herikîna poz û girtina wê, kuxik, iltîhaba çavan bi xwe re tîne.

Di hefteya derbasbûyî de herêm rastî bayê tozê hat ku bandoreke neyinî li çandiniya herêmê taybet li sebzeyan kir.

Endamê Rêvberiya Komîteya Çandiniyê ya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo Azad Îbrahîm diyar kir ku ev ba gemar weke toz û tirabêlkê bi xwe re tîne. Her wiha bektîrya ku kêzik jê dixwin li pelên giyayan dikevin û ziyan digihîne çandiniyên werzî.

Azad Îbrahîm anî ziman ku ev ba beriya niha bi xwe re baran dianî ku gemar li ser berhemên çandiniyê radikir, lê îsal baran nehat.

Cotkarê bi navê Mutez Xalid jî yê Qamişlo, diyar kir ku ev pêla ba îsla ji ber nebarîna baranê bi ecacê re ziyan gihaye erd û çandiniyên wan.

Mutez Xalid got: "Eger di çend rojên bê de, baran bibare dê çandiniya bejî sûd bibîne, çandiniya avî bandor ji ecacê dibîne."

(şt)

ANHA