ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 10-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 10-04-2022
9 nîsan, 2022   23:00

-Têkildarî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, dayikên gerîlayan daxuyaniyek li ber navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên QSD'ê Erdal Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker amadekariyên êrişên nû li dijî herêmê dike û got: "Bi hevgirtina gel em ê herêmê biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-"Ji bo parastina xaka xwe me çek rakir. Soza me bi şehîdan re ew e ku em ê heta dilopa dawî ya  xwîna xwe şopdarên xeta wan bin." ev gotina şehîd Mihemed Xelef bû ku di her rûniştinekê de parve dikir. Şehîd Mihemed soza xwe bi cih anî û Pêngava Gurzê Gelan de gihaşt asta şehadetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rojnamevan Bêrîtan Sarya diyar kir ku Iraq jî bi  dîwarê li Şengalê tê lêkirin re tev li konsepta qirkirina Kurdan a bi pêşengiya  dewleta Tirk û PDK'ê dibe  û destnîşan kir ku planên nû hene ku gelên Şengalê li hemberî hev sor bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Hesekê têkildarî hişyara KCK`ê ku PDK dê tev li êrişa li dijî gerîla bibe, destnîşan kir ku PDK nûnertiya gelê Kurd nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên li rojavayê Dêrazorê destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya parêznameyên xwe gelek çareserî ji dosyayên Rojhilata Navîn re pêşkêş kirin ku ji ber wê dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê, tecrîd lê ferz kir. Siyasetmedaran bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên li taxa Şêxmeqsûd bi çêkirina nanê sêlê, li hember ambargoyê disekinin ku hikumeta Şamê li ser taxê ferz kiriye û bersiv didin siyasetên derexlaqî yên hikumeta Şamê yên li dijî welatiyên li taxê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Li bajarê Kobanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê li dijî hişbirê û tundiya li ser jinan hemleyeke dide destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Piştî vekişîna komên alîgirên Rûsya, komên îranê li deverên stratejîk ên Sûriyê belav bûn. Ev yek wekî "Dagirtina valahiyê" hate wesifandin ku bi mijulbûna Rûsya bi şerê li Ukraynayê pêk hat. Li aliyekî din bangên boykotkirina kelûpelên Tirkiyê li Tunisê zêde dibin.

CIVAK Û JIYAN

- Li bazarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayê hin cûreyên sebzeyan bi awaykî ber çav giran bûye. Vê yekê jî gelek pirs li gel welatiyan çêkir. Rêveberekî navenda Zimhêrê jî got buhayê kelûpelan ji aliyê komîteya pêwendîdar ve tê diyakririn û hin cûreyên sebzeyan ên xwecehî danektine bazaran. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA