Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li dijî siyaseta birçîkirinê daketin qadan

Bi dirûşma “Na ji dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re na ji siyaset birçîkirinê re, bijî berxwedana gelên azad”, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye daketin qadan û siyasetên birçîkirinê yên hikumeta Şamê şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li dijî siyaseta birçîkirinê daketin qadan
9 nîsan, 2022   11:44
HELEB

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li hember dorpêçê daketin qadan ku hikumeta Şamê li ser her du taxan ferz kiriye. Şêniyan bi dirûşma “Na ji dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re na ji siyaset birçîkirinê re, bijî berxwedana gelên azad” meşiyan.

Şênî, partî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li meşê bûn ku ji pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kiriye.

Şênî li kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd heta benda kontrolê ya Cizîrê ya li nêzî benda kontorlê ya hikumeta Şamê meşiyan.

Meş li benda kontrolê rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Komîteya Rûspiyên taxa Şêxmeqsûd Elî El-Hesen axivî û destnîşan kir ku dorpêça li ser taxê ne nû ye, beriya wê jî çeteyên dewleta Tirk ambargo li her du taxan ferz kir.

`SIYASETEN DORPEÇE BANDOR LI ME NAKIN`

/kr/uploads/files/2022/04/09/115101_-4.webp

Elî El-Hesen destnîşan kir ku bi saya berxwedana niştecihên taxa dorpêça çeteyan a beriya çend salan bi bin ket û wê siyasetên hikuemta Şamê jî bi bin kevin.

El-Hesen wiha domand: “Van her du taxan, Heleb û keleha wê parastin. Bi saya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiye Heleb neket.”

El-Hesen nerazîbûna xwe nîşanî siyasetên hikumeta Şamê da û got: “Gelo ev cezayê xwîna şehîdan e? Gelo bi vê rêbazê dan û standinên bi parêzvanên Helebê re tê kirin?”

`EM BERXWEDÊR IN Û SERÎ JI KESEKÎ RE NATEWÎNIN`

Elî El-Hesen daxuand ku niştecihên her du taxan serî ji siyasetên hikumeta Şamê re natewînin ji ber ku berxwedêr in.

El-Hesen got: “Ev gelê berxwedêr serî ji kesekî re natewîne û ne ji bo wê hatiye dinê lê belê ji bo axa xwe, maf û destkeftiyên xwe biparêze.”

`SIYASETA BIRÇÎKIRINÊ DÊ XELKÊ BI KARESTEKÊ RE RÛ BI RÛ BIHÊLE`

Di meşê de, şêniya bi navê Fehîme Qormo axivî û got: “Nan ji bo me bingeha jiyanê ye. Em bang li hikumeta Şamê dikin ku rê veke û bihêle barên ard derbasî her du taxan bibe.”

Şêniya bi navê Leyla Mihemed jî got: “Ji ber dorpêçê em daketin qadan. Hikumeta Şamê nahêle madeyên sereke derbasî taxê bibin. Rewşa aborî û jiyanî dijwar e.”

Her wiha şêniya bi navê Zeyneb Ehmed Mihemed got: “Siyaseta birçîkirinê ya hikumeta Şamê bi awayekî neyînî bandor li niştecihên her du taxan dike û dibe ku karestekê bi xwe re bîne. Mezin û biçûk ji vê siyasetê zirarê dibînin.”

Ev demeke diêrj e ku hikumeta Şamê her du tax dorpêçe kiriye. Di encamê de ard li her tu taxan qut bûye û jiyana 200 hezar kes kir xeteriyê.

(şx)

ANHA