Serencama 20 salan a dîktatoriya Erdogan û têkoşîna azadiyê

Serencama 20 salan a dîktatoriya Erdogan û têkoşîna azadiyê
9 nîsan, 2022   12:00

Fehîm Işik

Piştî hilbijartina 2002'yan di siyaseta Tirkiyê de heyameke nû dest pê kir. Heta wê rojê, bandora kemalîzmê di rêvebiriya welat de xurt bû. Yên siyaset kontrol dikir, leşker bi xwe bûn û wan jî xwe wekî xwediyê dewletê didît. Krîza aborî ya sala 2001'an şikestinek li vê heyamê anî. Piraniya partiyên wê serdemê di bin benda sedî 10 a hilbijartinê de man ku ev bend ji bo Kurdan hatibû danîn. Ji vê geremolê partiya Recep Tayyîp Erdogan derket, hikum guherî. Lê Erdogan ji ber ku berê ji aliyê dadgeha dewletê ve hatibû sizakirin, nedikarîbû bibe serokwezîr. Serokwezirê ewil ê vê heyama nû Abdullah Gul ê hevrêyê Erdogan bû.

Piştî hilbijartinê, Erdogan derket gereke navneteweyî. Amerîka û gelek welatên Ewropa jî tê de, li nêzî 60 welatan wekî serokwezîr hate pêşwazîkirin. Ev peyamek bû ji bo serdestên Tirkiyê. Denîz Baykal ê siyasetmedarê kemalîst ku wê demê serokê CHP'ê bû, ev rewş ji bo pêşerojê wekî xetere dît û bi peymaneke weşartî pêşî li Erdoganê vekir. Naveroka hevdîtina Erdogan û Denîz Baykal hê jî nayê zanîn. Piştî vê 'lihevkirinê' li Sêrt a bajarê Bakurê Kurdistanê hilbijartin hate nûkirin û çend meh şûnde Abdullah Gul, serokwezîrî dewrî Erdogan kir. Abdullah Gul jî bû wezîrê karên derve yê welat.

ERDOGAN DI DESTPÊKÊ DE RÛYÊ XWE YÊ ESLÎ VEDIŞART

Erdogan, di heyama xwe ya ewil û duyemîn de xwedî polîtîkayeke lîberal bû. Aliyê xwe yê îslamî zêde aşkera nedikir. Di vê heyamê de hem bi Amerîka û welatên rojavayî re û hem jî bi welatên Ereban re têkiliyên xwe bi pêş ve birin. Ev yek, destê wî li hember kemalîstên ku xwe wekî xwediyê dewletê didît, xurt kir. Her ku çû, piştgirên wî jî zêde bûn.

ERDOGAN Û KEMALÎST DER BARÊ PKK'Ê DE WEKÎ HEV DIFIKIRIYAN

Kemalistan pirî caran ji bo Erdogan ji kar dûr bixin, hewl da. Leşkeran çend cara hişyarî dan Erdogan ku ev hişyarî wekî darbeya post-modern hate binavkirin. Her ku leşkeran hewl da, Erdogan zêdetir wekî lîberalekî demokrat tev geriya û ajandeya xwe ya esasî, aliyê xwe yê îslamî veşart. Bi kemalistan re tenê di siyaseta li dijî PKK'ê de wekî hev difikiriyan. Ew jî şer gur dikir. Lê di vê siyasetê de di hin xalan de ji kemalistan vediqetiya. Wî Kurd wekî beşeke misilmanan didît û dixwest wan li bin ala îslamê wekî ummeteke misilman bicivîne. Wê heyamê li hemberî qewmên din siyaseteke îslamîst nedişopand. Lê siyaseta wî ya li hember Kurdan îslamîst bû. Kemalistan tu bertekek nîşanî vê siyasetê nedidan. Ew jî bi vê siyasetê xweşbîn bûn. Fikir dikirin ku Kurd çi qas ji hizrên xwe yên neteweyî dûr bibin, ew ê PKK jî ew qas lawaz bibe.

Rast e, vê siyasetê AKP di nava Kurdan de xurt kir, lê PKK lawaz nekir. Bi gotineke din, zêdetir Kurdên dewletî li dora partiya Erdogan civiyan. Erdogan di vê siyaseta xwe de her çi kir, çi gav avêt dîsa di şerê li dijî PKK'ê de bi ser neket. Vê yekê, destê wî li hember kemalistan lawaz kir. Mecbûr ma pêvajoyên hevdîtinên rasterast yên bi PKK'ê re da destpêkirin. Hevdîtinên 2009'an ên Osloyê encama siyaseta vê heyamê ne.

PIŞTÎ 'BIHARA EREBAN' SIYASETA ÎSLAMÎST DERKET PÊŞ

Di Osloyê de aşkera bû ku derdê Erdogan ne çareserî bû. Her ku kemalîst li hemberî wî tund dibûn, ew jî ji bo destê xwe xurt bike, dixwest Kurdan wekî haletekê bi kar bîne. Ji bilî vê yekê, êdî ajandaya xwe ya îslamî jî hêdî hêdî vedikir. Siyaseta neo-osmanî encama wan salan e û piştî sala 2009'an ev siyaseta dagirker hêdî hêdî kete rojeva Tirkiyê.

Pisporê siyaseta neo-osmanî di esasa xwe de siyasetmedarê îslamîst Ahmet Davutoglu ye. Rê û rêbazê vê siyasetê jî bi navê 'Kûrahiya Stratejîk' belav kir. Erdogan ji bo bikare di vê siyasetê de bi ser bikeve, Ahmet Davutoglu anî partiya xwe û heyamek şûnde ew kir wezîrê karên derve yê welat; Abdullah Gul jî bû serokkomar. Êdî destê Erdogan li hember kemalistan ji berê xurttir bû. Rûyê xwe yê lîberal û demokrat paşve hişt û siyaseta tund ya îslamîst derxist pêş. Hevalbendiya wî ya li gel Birayên Misilman (Îxwan Muslimîn) jî di vê heyamê de aşkera bû.

Bihara Ereban a di sala 2010'an de li Tunisê dest pê kir, ji bo Erdogan derfetek bû. Lê wî ev derfeta xwe piştî aloziya li Sûriyê dest pê kir, bi kar anî. Beriya aloziya li Sûriyê dest pê bike, Erdogan û Beşar Esad wekî yek malbat bûn. Erdogan, dixwest bi rêya Esad rê li ber PKK'ê bibire. Lê piştî Bihara Ereban, vê carê Esad kir hedef. Wiha fikir dikir ku ew ê di çend mehan de Esad hilweşe û ew ê kontrola Sûriyê jî wekî Misirê bikeve bin hikmê Birayên Misilman. Ew ê jî wekî hevalbendên Birayên Misilman bikariya siyaseta neo-osmanî hêsantir bi rê ve bibe. Bawerî bi guherîna li Misirê jî dianî. Bi rêya hestên Birayên Misilmanan xewna heyama Osmaniyan didît. Dixwest hemû cîhana Ereban careke din bi rê û rêbazên îslamîst di bin ala Tirkan de li hev bicivîne.

GUHERÎNÊN LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HESAP TÊK BIRIN

Hesabên malê û bazarê hev û du negirt. Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi siyaseteke aqilane tev geriyan û her ku çû destê xwe xurt kirin. Erdogan ji bo rê li pêşketinên Kurdan bigire, careke din bi PKK'ê re dest bi hevdîtinan kir. Pêvajoya çareseriyê ya sala 2013'an encama vê siyasetê ye. Dixwest bi rêya hevdîtinên bi PKK'ê re Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî di bin ala neo-osmanî de bicivîne.

Ji hevdîtinên li girava Îmraliyê hate fêmkirin ku Rojavayê Kurdistanê ji bo PKK'ê, bi taybet ji bo rêber Abdullah Ocalan jî xeta sor e. Aktorên siyasî Rojavayê Kurdistanê jî siyaseta rêber Ocalan şopandin. Rê li têkilî negirtin, lê neketin bin bandora Erdogan. Her wiha siyaseta qada sîvîl a Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî her ku diçû xurttir dibû. Encama hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an jî da zanîn ku Kurd ew ê di pêşerojê de di rêvebirina Tirkiyê de xwedî bandor bin. Vê yekê hemû aliyên dewletê tirsandin. Hemûyan bi hev re hewl da pêşî li HDP'ê girtin. Wekî ewil pêngav jî şerê li dijî Kurdan careke din dan destpêkirin. Dûre hilbijartin nû kirin û Erdogan careke din hate ser hikum.

Şerê li dijî Kurdan hem li Başûr, hem jî li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve birin. Şer û êrişên li dijî her du beşên Kurdistanê heta niha jî ranewestandine. Bila di bîra me de be, Birayên Misilman piştî têkçûna Mihemed Mursî, lawaz bûbûn. Erdogan vê carê dest avêtibû hêzên din ên cîhadîst. Ev hêz piştî sala 2011'an berêve perwerde dikirin. Piştî dagirkirina Mûsilê pêwendiyên xwe li gel DAIŞ’ê jî xurt kirin. Di şerê li dijî Kurdan de DAIŞ di serî de ji hemû hêzên cîhadîst îstîfade kir. Ew hemû hem li dijî Kurdan, hem jî li dijî Sûriyê bi kar anîn. Dewleta Tirk her wiha ji nakokiyên navneteweyî jî derfet dît û di 2018'an de Efrîn, di 2019'an de jî Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Amerîka û Rûsyayê, di van dagirkirinan de çav li dewleta Tirk girt, pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk negirt. Lê ne şervanên Rojavayê Kurdistanê, ne jî gerîlayên PKK'ê serî netewand, berxwedana xwe ya li hember êrişên dagirkeriyê bê rawestan domand.

TIRKIYE BI ENCAMÊN GIRAN ÊN ŞER RE RÛ BI RÛ YE

Lê ev siyaseta rikperest û nîjadperest, Tirkiye jî têk bir. Niha dewleta Tirkan, bi encamên giran ên şer re rû bi rû ye. Aboriya Tirkiyê têk çûye. Gel di bin bihabûna jiyanê de eciqiye. Rêjeya bêkariyê her ku diçe zêde dibe. Ev encam, Erdogan jî, yên xwe wekî xwediyê dewletê dibînîn jî, ditirsîne. Ew jî her ku ditirsin, êrişên xwe zêdetir dikin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê siyasetmedaran diavêjin zindanan; li du beşên din ên Kurdistanê her cure êrişan pêk tînin. Bi rêya suîkastan bi dehan kadro û rêvebirên Rojavayê Kurdistanê, Şengalê û PKK'ê şehîd kirin. Sedema van êrişan aşkera ye. Sedema esasî parastina statuya dewleta dagirker e ku naxwazin ev sîstema tirkperest têk biçe. Sedema din jî têkçûna sîstema dîktatorî û takekesî ya Erdogan e.

Dewleta Tirk, piştî Peymana Lozanê xwe li ser hîmên yek nîjad û yek al damezirand. Kurdan li hember vê siyaseta kolonyalîst serî hilda; lê bi ser neketin. Liv û tevgera Kurdan heta salên 1960'î nehat dîtin. Piştî sala 1960'an Kurd careke din di qada siyasetê de derketin holê. Piştî salên 1970'yî jî siyaseta çepgir a Kurdan xurt bû. Ev siyaset, di têkoşîna azadiya Kurdan de bandoreke xurt bi xwe re anî. Ji sala 1980'yî şûnde jî heyama şerê çekdarî dest pê kir; salên 1990'î jî heyama têkoşîna girseyî ne.

ERDOGAN JI NÎJADPERESTAN PIŞTGIRÎ GIRT

Dewletê her ku xwest pêşî li têkoşîne bigire, zordarî zêde kir. Hatina ser hikum a Erdogan jî encama vê siyaseta kolonyalîst e. Dewlet wekî mantalîte ji Erdogan hayîdar bû, siyaseta wî ya îslamîst dizanibû. Bi gotineke din derdê wî çi ye, pê dizanibû. Lê di têkçûna siyaseta li dijî Kurdan de, dixwestin bi rêya Erdogan bêhnekê bigirin. Ji ber vê yekê jî piştî 2015'an ku careke din dema şerek tund ê li dijî Kurdan dest pê kir bi awayekî xurt, bi rêya partiya faşîst MHP û neteweperestên Ergenekonî piştgirî dan Erdogan. Niha dawî li vê siyasetê jî hatiye. Lê di vê siyasetê de tiştekî din derket holê ku ew jî destkeftiyên Erdogan in. Erdogan ji vê lawazbûna kemalistan derfet dît û sîstema xwe ya takekesî xurt kir.

Erdogan û derdora Erdogan vê yekê dizanin. Ango, hay ji destkeftiyên xwe hene. Ji bo wan biparêzin jî, bi siyaseta neo-osmaniyê ve girêdayî Mîsakî Mîlli zêdetir derdixin pêş. Di Mîsakî Millî de jî wekî yekemîn gav dixwazin Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Siyaseta xwe li ser van esasan dimeşînin. Di vê siyasetê de jî pêwîstiya wan zêdetir bi şer re heye. Her wiha hewl didin ji alîyekî ve şerekî navxweyî bidin destpêkirin, ji aliyekî ve jî Kurd û Ereban bînin hemberî hev. Ji bo van pêk bînin jî hemû rê û rêbazan bi kar tînin.

JI BO BERJEWENDIYAN BI HER KESÎ RE TEV GERIYAN

Di van rê û rêbazan de têkîliyên li gel Îsraîl mînakek baş e. Erdogan bi qasî 15 sal bi Îsraîl re siyasetek dijber meşand. Di sala 2009'an de li Davosê bi Şîmon Peres re krîzek berbiçav jiya. Têkîliyên her du welatan heyamek dirêj rawestiya.

Dîsa di meha gulana sala 2010'an de ji ber çûyîna keştiya Marmara ya Gazeyê her du dewlet hatin hemberî hev. Di vê keştiyê de 9 kes jiyana xwe ji dest dan. Erdogan vê êrişê wekî terora dewletê binavkir. Ji ser vê bûyerê ne tenê têkîliyên dîplomatîk, têkîliyên leşkerî jî hatin rawestandin. Lê niha rewş çi ye? Serokkomarê Îsraîl Îsaac Herzog, 9'ê adarê 2022'an de hate Tirkiye. Tê gotin ku bi Îsraîl re gelek peymanên nû ya leşkerî û bazirganiyê hatine morkirin.

Erdogan heman tişt bi dewleta Emîriyên Yekbûyî yên Ereban (EYE) re jî jiyan. Têkîliyên Tirkiye û EYE piştî darbeya leşkerî ya 15'ê tîrmeha 2016'an rawestiya bû. Her wiha ambargoya li ser Qetarê jî kiribûn sedem û EYE'yê wekî dijmin binavdikirin. Di darbeya Misirê de jî, di şerê Lîbya de jî Tirkiye û EYE dijberî hevbûn. Niha rewş li hember EYE jî guheriye. Weliyê Abû Dabî Mihemed bîn Zayed el Nahyan, 24'ê mijdara 2021'an hate Tirkiye. Erdogan jî 4 û 5'ê sibata 2022'an çû EYE û li gel vê welatê gelek peymanên nû mohr kir.

Erdogan bi Erebistana Siûdî re jî peywendiyên xwe baştir dike. Axirîn pêngava Erdogan, rawestandina doza Cemal Qaşikçî bû. Erdogan vê dozê li hember Erebistana Siûdî wekî şûrek bikardianiya. Lê niha ev doz da rawestandin û dewrî Erebistana Siûdî kir. Tê gotin ku ji bo vê yekê ji Erebistana Siûdî berjewendiyên taybet bidest xistine. Êdî ew berjewendî çi ne, em ê di pêşerojê de bibînin.

Erdogan piştî krîza Ukraynayê pêywendiyên xwe dixwaze li gel Amerîka û welatên Ewropî jî baştir bike. Di vir de astenga Erdogan, Rûsya ye. Naxwaze Pûtîn tûre bike. Belê, piştgiriya Ukrayna dike, lê li hember Rûsya wekî dijberek tevnagere. Ev yek, tê hisabên welatên ser bi NATO'yê jî.

Di van pêngavan de, ya herî zêde derdikeve pêş siyaseta berjewendîperest e. Erdogan di esasa xwe de bi rê û rêbezak tevnagere. Tenê ji bo bikaribe hikma xwe bidomîne, tawîzan dide derdora xwe. Lê di siyaseta navxweyî de jî, van pêngavana wekî serkeftinek nîşan dide. Di eslê xwe de ev ne serkeftin, rasterast teslîmbûne. Lê ev rastî naghîje gel. Sedema vê yekê jî aşkere ye ku dîktatoriya takekesî ye. Dîktatoriya takekesî hemû dewlet, ango parlamento, huquq, çapemenî û aboriyê bi tevayî girtiye bin kontrola xwe. Her wiha li ser gel zextek mezin heye. Belê, gel bertek nîşan dide, lê hê ev bertek nehatiye wê astê ku sîstema dîktatoriya takekesî hilweşîne.

KURDAN ÇI CARÎ LI HEMBER ZORDARIYÊ SERÎ NETEWAND

Di vir de divê em behsa rastiyekî jî bikin. Ew jî helwesta Kurdan e.

Kurd çi car li hember zordariya dewleta Tirk serî netewandin. Berdêlek giran dan, lê dev ji têkoşîna azadiyê bernedan. Ev yek xwe di êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê jî, li ser Başûrê Kurdistanê jî û têkoşîna siyasî ya li Bakurê Kurdistanê de jî nîşan da.

Ev salek zêde ye dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî qadên gerîla ya li Başûrê Kurdistanê didomîne. Heta bi çekên kîmyevî gelek çekên giran jî bikaranî. Teknolojiya herî xurt di destê dewleta Tirk de heye. Lê dîsa jî serneketin. Berxwedana gerîla pêşî li leşkerên Tirk girtin. Niha vê berxwedana gerîlayan dixwazin bi rêya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bişkînin. Ji bo vê yekê tedaxûlî karên navxweyî ya Iraqê jî dikin. Her wiha provokasyonan jî pêktînin. Ango bi agir re dilîzîn ku eger tiştên bixwazin pêkbînin, ew ê ne tenê Kurdistan, hemû herêm serûbinê hev bibin. Lê rewş çi dibe bila bibe, ya esasî ew e ku Erdogan di qada leşkerî de zora Kurdan nebir. Her wiha di qada siyasî de jî Kurd bi serketin. Nîşana vê serketinê jî pîrozbahiyên Newrozê ne. Di Newroza 2022'an de bi mîlyonan însan li Bakurê Kurdistanê daketin qadan. Tê gotin li tevayî Bakurê Kurdistanê di Newroza 2022'an de herî kêm 10 mîlyon însan Newrozê pîroz kirine. Li hember ev qas zext û zilm, bêguman, ev serkeftinek bêhempa ye. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî li hember êrişên dewleta Tirk, parastinek cewherî ya xurt heye ku ev jî hestên Erdogan di qirika wî de hiştiye.

DAWÎ LI HEYAMA ERDOGAN HATIYE

Qet şik nîne. Erdogan hatiye dawiya heyama xwe. Niha yek rêhevalê destpêkê ne bi wî re ye. Ji nav partiya wî du partiyên din derketine. Abdullah Gul, Alî Babacan, Ahmet Davutoglu û gelekên din yên Erdoganiyên kevin, ji bo ew li ser hikum nemîne dixebitin. Her wiha êdî aşkere ye ku ew jî nikare li ser hikum bimîne. Têkoşîna azadiyê ya Kurdan jî, têkoşîna demokratîk jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her ku diçe xurt dibe. Belkû pirsgirêka herî mezin, opozîsyona kemalîst e. Hinek aliyên kemalîst, bi taybetî jî Hevbendiya Millet ku serperiştiya wê CHP'ê dike, hê jî ji guherînek esasî ditirsin. Dijberiya Erdogan dikin, lê di çareseriya demokratîk ya pirsa Kurd de tu bernameyên wan tune ye. Her wiha, hinek aliyên nîjadperest yên di nav vê hevbendiyê de ne, dijminatiya xwe ya li hember gelê Kurd didomînin. Ev jî derfeta herî mezin ya Erdogan e. Erdogan ji vê bêqidumiyê îstîfade dike.

Gotina dawî; heyama 20 salên dûmahî de li Tirkiyê gelek tişt çêbûn. Bêguman aktora herî mezin ya vê heyamê Recep Tayyîp Erdogan e. Ew her wiha mînaka herî mezin ya siyaseta berjewendîperest e. Ev siyaset têk çû, lê siyaseta neo-osmanî hê jî di ajanda wî de ye. Ew qas têkçûn jiya, dev ji vê siyaseta kirêt û kolonyalîst berneda.

Eger ev siyaseta kolonyalîst bi ser neketibe û welatên Rojhilata Navîn careke din nebûne koloniyên Dewleta Osmanî, para Kurdan di vir de gelek e. Berxwedana Kurdan siyaseta kemalîst lawaz kir û ew jî ji Erdogan re bû derfet, hat ser hikum. Niha jî berxwedana Kurdan dawî li siyaseta qirker a Erdogan tîne. Divê cîhan jî, gel û baweriyên cuda yên Rojhilata Navîn jî vê yekê ji bîr nekin. Kurdan berdêleke giran da û ev berdêl ew ê ne tenê bi kêrî Kurdan were. Ji bo wê jî divê hemû alî vê hisabê bikin.

ANHA