​​​​​​​Barzanî muşteriyekî şîrketke amerîkî ye ku bi dîktatoran re dan û standinê dike

Malpera Amercan Prospect destnîşan kir ku serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji girîngtirîn muşteriyên siyasî yên dîktator ên şîrketa avahîvaniyê ya Amerîkayê ye ku navên xwediyên avahiyan, pere û nirxên avahiyan vedişêre.

​​​​​​​Barzanî muşteriyekî şîrketke amerîkî ye ku bi dîktatoran re dan û standinê dike
8 nîsan, 2022   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera American Prospect daneyên têkildarî semyanê malbata Barzanî belav kir. Li gorî daneyên belavkirî, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji girîngtirîn muşteriyên siyasî yên dîktator ên şîrketa avahîvaniyê ye ku berhemên welatên xwe didizin û li ser navên hevser, bira û xizmên xwe qeyd dikin.

Şîrketeke amerîkî bi navê Withers heye ku xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Li gorî parêzerê avahiyan Virginiya dan Weathers ev şîrket dikare navê semyanan, pereyên wan û nirxên avahiyan veşêre. Ji ber vê yekê piraniya dîktator û siyasetmedar vê şîrketê tercîh dikin ku pereyan ji welatê xwe didizin. Her wiha diyar bû ku malbata Barzanî ji girîngtirîn muşteriyên şîrketê ye.

Nivîskarên malpera The American Prospect Zach Coplin û Basma Hammadi, ragihand ku serokê Herêma Başûrê Kurdistanê ji muşteriyên vê şîrketê ye.

Li gorî gotara her du nivîskaran, Nêçîrvan Barzanî di bin navê hevser, bira û xizmên xwe mulk an pereyan îdare dike. Li gorî vê yekê 300 avahî bi navê hevsera Barzanî, bira û xizmên wî hene.

Nirxa 2 avahiyan ku li ser navê Cemîl Şindî hatine qeykirin derdora 3 milyon dolar e. Şindî bi awayekî fermî wekalet da parêzerekî şîrketa Weathers ku avahiyeke din bi milyon dolarî bikire. Tê bibîrxistin ku Cemîl Şindî karmendekî Nêçîrvan Barzanî ye.

288 avahî li ser navê Salar Hekîm hevserê xaltîka Nêçîrvan Barzanî hene û derdora 100 milyon dolar li ser navê apê Nêçîrvan Barzanî hatine qeydkirin.

(şx)