Rojnameyên erebî: Pêleke din a bihabûnê li Şamê piştî kêmkirina miqdara benzînê

Rojnameyên erebî îro behsa aloziya benzînê li Sûriyê, nakokiyên di navbera serokê parlamentoya Iraqê û cîgirê wî yê yekemîn Hakim El-Zamilî de û kar û barên Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Pêleke din a bihabûnê li Şamê piştî kêmkirina miqdara benzînê
Rojnameyên erebî: Pêleke din a bihabûnê li Şamê piştî kêmkirina miqdara benzînê
Rojnameyên erebî: Pêleke din a bihabûnê li Şamê piştî kêmkirina miqdara benzînê
8 nîsan, 2022   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

`PIŞTÎ KÊMKIRINA BENZÎNÊ PÊLEKE DIN A BIHABÛNÊ`

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Şerê Rûsya-Ukraynayê bandor li herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê kir. Di encamê de benzîn kêm bû ku ji ber wê, pêleke din ê bihabûnê li welêt dest pê kir. Bihabûna madeyên xwarinê, sebze, goşt, mast û şîr azarên gelê Sûriyê zêde kirin.

Şirketa Sûriyê ya depokirin û belavkirina sotemeniyê ya girêdayî hikumetê sêşemê ragihand ku wê rojên dayîna benzînê ji bo erebeyên taybet 10 roj, ji bo taksî 6 roj û ji bo motorsîklêtan 10 diyar kirin. Berê 7 roj ji bo erebeyên taybet, 4 roj ji bo taksî û 3 roj ji bo motorsîklêtan bû. Şîrketê li ser hesabê xwe yê Facebookê got: Miqdara bezînê nehat guhertin. Hikumet benzînê bi rêya kertê belav dike. Miqdara benzînê ya her carê ji bo hemû erebeyan 25 lître.

Ji destpêka şerê li Ukraynayê nirxê lîreyê Sûriyê beramberî dolar daket û gihaşt 4 hezar lîreyên Sûriyê.

Hikumetê beriya çend rojan ragihand ku wê miqdara ard a firinan kêm kiriye û ev yek nîşan dide ku dê li herêmên hikumeta Sûriyê pirsgirêka nan çê bibe. Lê piştre ji vê gotina xwe paşde vekişî.”

`NAKOKIYA DI NAVBERA EL-HELBÛSÎ Û EL-ZAMLÎ DE ÎNQAZ WATAN XIST XETEREYÊ`

Der barê rewşa li Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Nakokiya di navbera serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî û cîgirê wî yê yekemîn Hakim El-Zamlî yê ji Şepêla El-Sadir de ya li ser pêkanîna erkan zêde bû û bûye faktoreke teqemenî ya hevbendiya Înqaz Watan.

Rêveberê Hevbendiya Serdestiyê Meşan El-Cebûrî bang li El-Sadir kir ku mudaxele bike û nakokiyê bi dawî bike da ku firehtir nebe.

Li gorî çavdêran, Şepêla El-Sadir ji dema ku di hilbijartinên parlamentoyê de bi ser ketiye, nîşan da ku dixwaze bi tenê desthilatê bi rêve bibe. Lê di vê yekê de bi bin ket, ji ber ku dijberekî serhişk ê şîî; Çarçoveya Koordînekirî heye. Ji ber wê Şepêla El-Sadir îro vê binkeftinê bi rêya tengavkirina hevbendiyên xwe li herêmên, qerebû bike.

Endamê Parlamentoyê Mihemed El-Beldawî got nakokiya di navbera El-Helbûsî û Zamlî de dê bandor li ser hevbendiya sêalî bike.”

`SEROKATIYA LÎBYAYÊ LI SER LIDARXISTINA HILBIJARTINAN LI GORÎ DESTÛRÊ BI ISRAR E`

Girêdayî rojeva Lîbyayê rojnameya El-Îtîhad wiha nivisî: “Serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Abdullah El-Lafî li gel ku Fermandarê Bilind ê Artêşa Lîbyayê ye, li odaya operasyonên hevbeş a li baregeha Matîqayê geriya û kar şopand.

El-Lafî bi gelek namzetên serokatiyê re geşedanên aloziya siyasî ya Lîbyayê nîqaş kir û destnîşan kir ku meclisa serokatiyê li ser lidarxistina hilbijartinan li gorî destûrê û erêkirina hemûyan bi israr e.

Her wiha diyar kir ku ew meclisê dikare mudaxele bike û daxwaza gelê Lîbyayê di lidarxistina hilbijartinan de pêk bîne da ku ewlehî, istiqrar û yekitiya welêt were parastin.”

(şx)