ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2022
7 nîsan, 2022   23:00

- Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed got, dewleta Tirk bi erêkirina hêzên navneteweyî bênavbera herêmên Kurdistanê hedef digire. Rûken Ehmed bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dora hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî bicivin ku bersiva êrişên dagirkeriyê bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên navçeya Zirganê Ekrem Dirbesiyê da zanîn ji ber ku ew û gel bi hev re li hember van êrişên dewleta Tirk disekinin, hemû êriş têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra El-Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El-Raşid destnîşan kir ku bêyî pêkanîna projeya neteweya demokratîk a ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye, şerên li Rojhilata Navîn û çîhanê bi dawî nabin. Her wiha destnîşan kir ku azadkirina rêbertî berpirsyariya tevahî azadxwazên cîhanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojhilatê Mihemed El-Zayid diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji "lihevkirinan" ku ji diyaloga sûrî bireve da ku aloziya Sûriyê dirêj bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sê sal ku atmosfera Remezanê ya ku şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê li bajarên xwe dijiyan, berî ku koçber bibin, winda ye. Koçberê ji Serêkaniyê got: "Li bajarên me kesên ji bajarên din ku îdiyaya Îslamê dikin, dijîn. Her wiha cejnên xwe jî pîroz dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji Zirganê ya ku her roj bi armanca têkbirina berxwedana gel û koçberkirina welatiyan rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker tê, 23 welatî tê tevlî nava Hêzên Ewlekariya Hindirîn bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Moskova bi rêya bikaranîna gazê û petrolê hewl dide baskên dewletên Rojava û Washingotinê xwar bike an jî bişikîne û bi wê yekê hewl dide bersiva dewletên ewropa yên dûrxistina ji enerjiya Rûsya bide. Girêdayî wê lêkolîner û aborînasê navneteweyî  Mr. Boldokian bi dûr xist ku Ewropa bikaribe wê yekê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di dema dawî de desthilata Tûnisê dawî li tevgerên Tevgera Nehdaa Ixwanî anî, ev yek hişt ku serokkomarê dewleta Tirk Erdogan bikeve serferberiyê û daxuyaniyekê bide ku tûnisî wê daxuyaniyê red dike. Nivîskar û şîrovekarekî siyasî yê tûnisî dibêje, armanc ji tevgerên dawî yên "Nehda" careke din nefesê bide. Her wiha îslama siyasî û tevgera Îxwan weke penceşêrê bi nav kir. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê amadekariya êrişên qirkirinê yên nû û berfireh li ser Başûrê Kurdistanê dike û li Sûriye û Rojava çi plan dike? Gelo dê refleksa Rojava ya li hember êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûr çawa be? Gelo Rojava tenê parçeyek ji êrişên dagirkeriyê yên Başûrê Kurdistanê ye yan jî qadeke stratejîk e ku ji bo dewleta Tirk hedef e? Plana êrişa muhtemel a li dijî Rojava dê çawa dixebite û pêşketinên muhtemel çi ne?

CIVAK Û JIYAN

- Kesên ku beşdarî hemleya paqijiyê ku ji aliyê TEV-DEM`ê ve hatiye destpêkirin banga tevlîbûn û hevkariyê kir . (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA