Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bênavber dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nav bêdengiya civata navneteweyî de sûcên dermirovî, qirkirina xwezayê û guhertina demografî li Efrînê berdewam dikin.

Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bênavber dewam dikin
Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bênavber dewam dikin
Li Efrînê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bênavber dewam dikin
7 nîsan, 2022   14:25
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Ji dema dagirkirina kantona Efrînê ve, ev 4 salin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên dermirovî, qirkirina xwezaya û guhertina demgorafî bê navber dewam dikin.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên dewleta Tirk li derdora gundê Til Tewîl ê navenda bajarê Efrînê zêdetirî 35 darên zeytûnan birîn. Ev dar ayîdê welatiya bi navê Suheyla Xelîl a ji gundê Emara yê navçeya Mabatayê ye.

Her wiha diyar kir ku çeteyan li nêzî herêma Ehraş 12 darên bihîvan birîn e ku ayidê welatiyê bi navê Hisên Mihemed Mihemed ê ji gundê Tirindê yê girêdayî navenda bajar e.

Çavkaniyekî din ji navçeya Raco destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk navenda firotina êzîngan li navçeyê vekirin.

BAZIRGANIYA BI MAL Û MILKÊN WELATIYAN

Li aliyekî din çavkaniyeke herêmî got, "Nivîsgeha aborî" ya girêdayî çeteyên El-Cebhe El-Şamiye dukanên koçberên Efrînê  ku desteser kirine didin bi kirê . Dukan li sûka Hal a aliyê rojhilatê taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê ye.

Çeteyan ew dukan bi 35 – 40 dolar di mehê de didin bi kirê. Her wiha da zanîn ku çete dukanên biçûk li aliyê başûrê rêya ber bi sûka Hal a herêma Sînaayê ve bi 200 lîreyên tirkî didin bi kirê (16 dolar di mehê de).

Çeteyên El-Cebhe El-Şamiye nêzî 75 dukanên bazirganiyê yên koçberan di sûka Hal de û nêzî 45 dukanên biçûk li ser rêya ber bi sûka kantona Efrînê ve xistine bin serweriya xwe.

Çavkanî diyar kir ku çetyên dewleta Tirk li taxên Eşrefiyê û Mehmûdiyê yê bajarê Efrînê erd û milkên koçberan ku desteser kirine difroşin kesên lê hatine bicihkirin da guhertina demografî pêk bîne. Her wiha got, kesên biyanî yên taxê hatin bicihkirin erdan ji çeteyan dikirin, mal û dukanên bazirganiyê ava dikin û difroşin.

Çavkanî her wiha got,  her kesê ku erdên xizmên xwe dixwazin têne girtin û bêyî standina fidiyê nayê berdan.

BELAVKIRINA FIKRÊN ÎXWANÎ YÊN RADÎKAL  LI EFRÎNÊ

Çavkaniyekê ji navçeya Cindirêsê diyar kir ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye bi fermana dewleta Tirk dixebitin da ku li gundê Miskê navenda fêrbûna Qûranê û dersên olî veke û got, armanca vê yekê êzidiyan tengav bike û wan neçar bike ku derbasî ola Îslamê bibin û fikirên îxwanî yên tundraw belav dike.

(bx)

ANHA