Şer çanda kevneşopî ji hev dixe -RAUF KARAKOÇAN

Şer çanda kevneşopî ji hev dixe -RAUF KARAKOÇAN
7 nîsan, 2022   00:41

Gelên Rojhilata Navîn li dijî şerên emperyal ên ku li ser wan tên ferzkirin, bi çanda xwe bersiva xwe didin. Berxwedana çandên qedîm çavkaniya herî girîng a hêza civaka kevneşopî ye. Kapîtalîzma global bi têkbirina çanda kevneşopî bi ser dikeve. Belavbûna ku wek emperyalîzma çandî tê pênasekirin, li qada çandî dest pê dike. Bi ferzkirina çanda xwe re bandorê li jiyana civakê dike û ya herî girîng jî civaka mezêxeran ava dike. Ji ber ku civak ji mezaxtinê re dibe alîkar, vebijêrkên mezaxtinê zêde dibin û vê yekê bêhtir balkêş dike û berfirehbûna çandî ya kapîtalîzmê civakê dorpêç dike.

Di civakên alîgirê şer de jîngeha hêmanên çandî ji holê radibe û têkiliyên çandî qels dibin. Tevî ku şert û mercên jiyanê yên bi cih bûne li gorî rêveçûna şer diguherin jî, bêaramiya li qadên din ên jiyanê derdikeve holê, bi taybetî xema siberojê û mijarên ewlekariyê. Dejenerebûna çandî di ramanê de xwe nîşan dide û di jiyana rojane de dibe sedema erozyonê. Di jiyana civakî, reftar û têkiliyan de dibe sedema dejenerebûnên mezin.

Li qada çandî ya ku şer lê diqewime, mîrateya dîrokî jî tê tunekirin. Windakirina hişmendiya çandî û dîrokî tê wateya ku civak neyê naskirin. Semptoma yekem di fikir û jiyana rojane de xwe dide der. Ji ber ku tunekirina nirxên civakî her ku di qada çandî de zêde dibe, gendelî li hemû qadên jiyanê belav dibe û dibe qada zayîna sîstema kapîtalîst.

Penaberiya ji ber şer pirsgirêkeke civakî ya sereke ye. Ji bo kesên mecbûrî penaberiyê dibin, Ewropa navnîşaneke sereke ye. Ev ne tesadufî ye. Dema ku ji xakê veqetîn çêbû, ji gelek aîdiyetan qutbûn çêbdibe. Heta şêwaza jiyana jî, her tiştê aîdî xwe diguherîne. Kesayet û karekter bi zorê vediguhere ew êdî ji xwebûnê dûr dikeve. Ji bo adaptebûna li Ewropaya, ji bo entegrasyonê, divê ziman û çanda xwecih hîn bibin, şêwaza jiyanê wê qebûl bikin.

Çi li welatên biyanî çi jî li ser xaka xwe penaber be, di çanda kevneşopî de erozyonê çêdike. Qirkirina şer a li ser çandan ji qirkirna fizîkî mezintir e. Sedema herî mezin a jihevbelavbûna civakî, ev qirkirina çandî ye. Tunekirina çandan têrê nake û di heman demê de cudahiyên çandî dike amûreke nakokiyên navxweyî. Siberoja Rojhilata Navîn bi vî rengî tê dîzaynkirin.

Emperyalîzma çandî ya ku hêzên global li Rojhilata Navîn ferz dikin, mijareke gelekî girîng e ku divê were çareserkirin. Emelên hêzên herêmî jî bi vî rengî ne. Bi taybetî siyaseta dewleta Tirk a têkildarî Kurdan li ser bingeha qirkirina siyasî û çandî ye. Parçebûna fîzîkî ya erdnîgariya Kurdan, parçebûna heyî bi dîwarên beton kûrtir dike. Bi hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd li qada çandî jî eniyeke şer a mezin vekiriye. Xetereya herî mezin a ku gelê Kurd pê re rû bi rû ye, ew şer e ku dijmin di warê çandî de dide meşandin. Bêyî ku ev xetere were tespîtkirin, dê zehmet be ku destkeftiyên xwe û nirxên şoreşê biparêze.

Heta ku pevçûnên çandî wek pevçûnên îdeolojîk neyên dîtin, dê civak ji xwebûnê dûr bikeve, li xwe biyanî bibe û bikeve bin nîran. Tê wê wateyê ku nirxên bi berdêlên mezin û xwînê hatine qezenckirin, di tepsiyeke zêrîn de bide dijmin. Civak na jî kesên ku têra xwe li çanda xwe nebin xwedî, mehkûmî koletiyê ne. Divê berxwedana gelan bi çanda dîrokî were xemilandin, şoreşê mayînde bike û di hemû qadên jiyanê de were parastin. Dîroka gelan bi vî rengî tê afirandin. Bi çand, hünere û wêjeyê bîr tê afirandin, bi wate dibe û mayînde dibe.

Dîrok, peyvek e ku ji pirskirinê hatiye dariştin. Ji bo dîrok, serkeftin û têkçûnan bibîne, dersan jê bistîne, ev hukmê hebûnê yê jêneger e. Avakirina sîstema demokratîk a demdirêj û civaka polîtîk a exlaqî, li gorî asta wê çandê ye ku ji aliyê mirovan ve hatiye bidestxistin. Ji holê rakirina kêmasiyên di vî warî de, divê wek esas bê dîtin. 

Kesên ku di warê fîzîkî de refleksa parastinê nîşan didin, bi awayekî xwe di qada çandî de bê parastin dihêlin. Jiyana ji êrişên çandên biyanî re vekirî, zirar daye çanda me ya resen. Li dijî êrişên dijmin tenê di warê fîzîkî de helwest têrê nakeî an jî tene di warê leşkerî de xeteke parastinê ava bike û tê bikoşe. Divê di qada çandî de parastina herî mezin bê kirin, hişmendiya wê bê afirandin.

Rêya avakirina civaka Demokratîk, birêxistinkirina neteweya demokratik û sazûmankirina sîstema demokratik, bi pêşxistina çanda demokratîk pêkan e.

ANHA