​​​​​​​Senherîb Bersûm banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku rêber Ocalan ne tenê nûnertiya gelê Kurd dike lê nûnertiya hemû gelên bindest dike.

​​​​​​​Senherîb Bersûm banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir
6 nîsan, 2022   04:18
QAMIŞLO

Bangewaziyên azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berdewam dikin. Ne tenê gelê Kurd lê belê gelên li Kurdistanê û seranserî cîhanê banga azadiya wî dikin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm got: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li dijî hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye. Dewleta Tirk hewl dide vîna birêz Ocalan bişikîne.”

Bersûm bang li rêxistinên navneteweyî kir ku mudaxele bikin û rastiyên têkildarî tecrîda li rêber Abdullah Ocalan nas bikin û wiha domand: “Birêz Ocalan ne tenê nûnertiya gelê Kurd dike, lê belê nûnertiya gelên bindest dike ku ji gelek salan ve hatine paşguhkirin. Ev yek di Rêveberiya Xweser de pêk tê ku hewl dide jiyaneke hevbeş di navbera pêkhateyan de biafirîne.”

Koma Civaka Kurdistanê (KCK) di 10`ê Îlona 2020`an de bi daxuyaniyekê banga bidawîbûna xetereya li ser Kurdan e û avakirina jiyaneke aza û demokratîk li Kurdistanê û hemû dewletên Kurd lê hene. KCK`ê bi dirûşma “Êdî bes e tecrîd, faşîzm û dagirkerî, dem dema azadiyê ye” di 12`ê Îlona 2020`an de hemleya xwe ragihand.

Der barê vê yekê de Senherîb Bersûm got: “Ji bo biserxistina vê hemleyê pêwîst e çalakiyên dîtir li dar bikevin da ku fişar li desthilata Tirk bê kirin û bersiva daxwazên gel û partiyan bide. Divê hêzên navneteweyî jî fişarê li rejîma Tirk bikin da ku birêz Ocalan azad bibe.”

(şx)