​​​​​​​Istîxbarata dewleta Tirk welatiyekî Efrînê li Tirkiyê revand

Çavkaniyên xwecehî ji Efrîna dagirkirî diyar kir ku desthilata dewleta Tirk li Stenbolê welatiyekî Efrînî revand.

​​​​​​​Istîxbarata dewleta Tirk welatiyekî Efrînê li Tirkiyê revand
5 nîsan, 2022   14:27
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kir ku istîxbarata dewleta Tirk welatiyekî Efrînî li herêma Esenyort a Stanbolê revand.

Li gor çavkanî, navê welatiyê ku hatiye revandin Mihemed Faiq Menan e û ji gundê Miskê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ye.

Mihemed Faiq Menan, 6 sal in li Tirkiyê bi cih bûye, istîxbarata dewleta Tirk bê sedem ew revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li Tirkiyê desthelata Tirk zexteke mezin li penaberên Sûriyê taybet ên ji Efrînê dike.

Welatiyên Efrînê taybet ji 18 Adara 2018'an ve, bi tawana ku bi saziyên Rêveberiya Xweser re kar kirine, tên revandin.

(şt)