Di teqîna bombeyekê li Qamişloyê de; welatiyekî jiyana xwe ji dest da-HATE NÛKIRIN

Vê êvarê bombeyek li taxa Qidorbeg a Qamişlo teqiya, li gorî agahiyên destpêkê welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Di teqîna bombeyekê li Qamişloyê de; welatiyekî jiyana xwe ji dest da-HATE NÛKIRIN
3 nîsan, 2022   16:13
QAMIŞLO

Vê êvarê saet 18:00’an bombeyek li nêzî kolana giştî ya taxa Qidorbegê ya Qamişloyê teqiya, di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 welatî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî çavkaniyan Mistefa Mecol Derwîş jiyana xwe ji dest da, Elî Ehmed û Bîlal Derwîş birîndar bûn.

Lê çawa ew bombe hatiye teqandin, nayê zanîn. Bi wê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kir.

(fr)

ANHA