Artêşa Iraqê gefan li gundên Ereb ên li Şengalê dixwe

Artêşa Iraqê bi ser gelek malên Ereb ên li Şengalê de girtin û gef li wan xwarin ku tevlî meşên li dijî lêkirina dîwarê di navbera sînorê Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de nebin.

Artêşa Iraqê gefan li gundên Ereb ên li Şengalê dixwe
3 nîsan, 2022   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê a li derdora Şengalê roj bi roj zêde dibe. Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Bi taybet Iraq dixwaze ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike.

Di 13’ê Adarê de li dijî hewldana hikumeta Mistefa Kazimî ya avakirina sînorên di navbera civaka Êzidî û Ereban de, şêniyên Ereb û Êzidî meşiyabûn û hewldana artêşa Iraqê şermezar kiribûn. Piştî vê meşê zextên hikumeta Iraqê li ser şêniyên Ereb, zêde bûn.

Li gorî Rojnews`ê piştî 15’ê Adarê hêzên ser bi lîwaya 18’an a Pasewanên Sînor ku girêdayî serokwezîrê Iraqê ne, bi ser gelek malên gundên Hesawîk, Bîrcarî û Tilmişrif de girtine. Ev gund girêdayî navçeya Sinûnê ne û bi qasî 3 kêlometre ji sînorê Rojava û Şengalê dûr in.

Rojnewsê diyar kir ku di serdegirtina malan de, hêzên Kazimî gef li xelkê gund xwarine da ku ji bo ragihandinê neaxivin û behsa serdegirtina malan nekin. Hêzên Kazimî sedema sedegirtina malan jî bi hiceta lêgerîna çekan ve girê daye.

Şêniyan daye zanîn ku artêşa Iraqê gef li wan xwarine ku êdî Ereb tevlî meşên li dijî lêkirina dîwar nebin û carek din jî tevlî çalakiyên cûda nebin.