Ahmet Karamûs: Biryar siyasî ye, ev doz bêhiqûqî ye

Hevserokê KNK`ê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku wê di demen pêş de biryara dadgeha Dîwana Edaletê ya Ewropayê der heqê derxistina PKK’ê ji `lîsteya terorê` de eşkere bibe û got “Ji ber berjewendiyên dewletên Ewropayê yên bi dewleta Tirk re, PKK di nava lîsteyê de ye. Êdî argumanên wan ên tawanbariyê jî nemane.”

Ahmet Karamûs: Biryar siyasî ye, ev doz bêhiqûqî ye
3 nîsan, 2022   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Dîwana Edaletê ya Ewropayê, doza ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' 31’ê Adarê pêk hat. Doz li Dîwana Edaletê ya li Luksembûrgê 8 sal e dewam dike.

Dîwana Edaletê ya Yekitiya Ewropayê (YE) ya li Luksemburgê dawiya sala 2018'an biryar dabû ku hincetên ji bo hiştina PKK'ê di lîsteya rêxistinên terorîst de têrê nake û lîsteyên navbera salên 2014-2017'an betal kiribû. Biryara dadgehê heya niha nehatiyê eşkerekirin.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, der barê doza ji bo derxistina PKK ji “lîsteya terorê” ji ANHA re axivî. 

Karamûs, der barê dozê de anî ziman ku heya niha hiştina PKK’ê di `lîsteya terorê` de, biryareke siyasî ye.

Karamûs destnîşan kir ku ew biryara xistina PKK `lîsteya terorê` de ne aliye hiqûqî ne jî aliye rastiyê tine ye û got: “Encamên birêveçûna dadgehê diyare. Konseya Ewropayê dixwazin ku navê PKK din av `lîsteya terorê` de bimîne. Ev biryareke siyasî ye. Biryarek li gor berjewendiyên ku dewletên hevkariyê bi dewleta Tirk re dike ye.  Heyeta dadgehê jî gihîştiyê wê encamê. Wê biryara dadgehê yan heftêyên pêş yan jî meha pêş de eşkere bibe.”

`TU BINGEHA ARGUMANAN TUNE YE`

Karamûs diyar kir ku tu bingeha argûmanên ku hatin pêşkêşkirin tine ye. Her wiha Karamûs da zanîn ku PKK, Armanca Tevgera Azadixwaz jî ewê ku pirsgirêka Kurd bi awayekî siyasî, hiqûqî bê çareser kirin. Bîrxist ku heyeta ku PKK temsil dike di Dîwana Edaletê ya Ewropayê de bi belge, şîrove, îspatên bi vî rengî peşkeş kirin û got: “Mixabin dewleta Tirk dixwaze vê pêvajoyê berovajî bike ku wekî li hember rêxistinek terorîst şer dike nişan bide. Begûman ev stratejiya dewleta Tirk e. Dewletên ku berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re hene piştigiriyê didin vê helwesta dewleta Tirk. Ew dixwazin têkoşîn û xebata gele Kurd ji bo mafê çarenûsî dide berovajî bikin û wekî xebatekî terorîzmê destnîşan bikin. Heyeta dadgehê jî gihîştiya nêrîneke ku argumanên ku dewleta Tirk pêşkêşî Konseya Ewropayê kirine têr nabînin.”

`EM WÊ DOZÊ BÊHİQÛQÎ DIBÎNIN`

Ahmet Karamûs anî ziman ku hiştina PKK di `lîsteya terorê` de bêmafiyeke mezin li dijî gele Kurd e û ev lê zede kir: “Her kes dizane tevgera azadîxwaz, ji bo têkoşîna gele Kurd xebat dike ku ev mafê rewa ye. Ev gelek cihan hatiye îspat kirin. Dadgeha li Belçîkayê bi heman tohmetê biryarek hiqûqî da ku tu girêdana PKK bi terorîzmê ve tune ye. Hin argumanên NY jî red dike, hene. Ruxmî vê ji ber bandoreke siyasî hem Yekitiya Ewropayê hem jî Neteweyên Yekbûyî heye navê PKK din av `lîsteya terorê` de ye. Li Başûrê Kurdistanê de jî heya sala 2015`an de navê YNK, PDK di nav lîsteya navdewletî ya Amerîka tomar kiribû hebû. Li Başûrê Kurdistanê ruxmî ku sîstemek federal, statûyek fermî heye her du rêxistin din av lîsteya terorîzmê de bû. Bingehek vê biryarê ku gele Kurd sûc tomarbar dike tine ye. Ji ber wê sedemê doza PKK li Dîwana Adaletê ya Ewropayê ku ji aliye Konseya Ewropayê de hatiye destpê kirin wekî dozeke hiqûqî nabînin. Ev bêmafiyek mezin li dijî gele Kurd e. Em ê her li hember derbikevin.”

`ÊDÎ ARGUMANÊN WAN JÎ JI HOLÊ RABÛNE`

Ji ber kuştina serokwezîrê bere yê Swêdê Olof Palme ket lîsteya teröre bibîrxist û got: “Bêguman ew buyer hat îspat kirin. Hiqûqa Swêdê bi xwe biryar da ku ji dûr û nêz ve tu pêywendiyê PKK bi kuştina Olof Palme tune ye. Qatilê wî hat eşkere kirin. PKK li tu cihî êrişeke ku berjwendiyên welat, dewlet, civak bixê bin metirsidariyê de nekiriye. Tevgereke azadîxwaz e. Argumanên ku hin welat anku dewlet diyar dikin ji holê rabûne.”

Ahmet Karamus diyar kir ku helwestên YE’yê li ser du benan dilîze û got: “Berjewendiyên wê yên li cem dewleta Tirk û piştgirîdayîna dewleta Tirk e. Dewleta Tirk peywendiyên xwe yên siyasî, dîplomatîk, aborî bi wan re dike ku dewletên Ewropayê piştgiriya wan bike. Ew qas qetlîam, jenosîdên li Kurdistanê tê kirin bi çek ji aliye dewletên YE’yê ve tên kirin. Mînak; Îngilistan, Almanya, Hollanda, Fransa çeken qedexekirî didin dewleta Tirk. Dema berjewendiyên YE’yê hebe piştgiriya dewleta Tirk dikin. Dewleta Tirk bi tu şêwazî naxwaze navê PKK’ê ji `lîsteya terorê` derkeve.”

ANHA