'Ger ne ji kurê min û 120 hevalên wî bûya çeteyan dê herêmên me kontrol bikirana’

Bavê şehîd Egîd Xelîl têkildarî şehadeta kurê xwe di hemleya Gurzê Gelan a li dijî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de axivî û destnîşan kir ku bi şehadeta kurê xwe serbilind e.

'Ger ne ji kurê min û 120 hevalên wî bûya çeteyan dê herêmên me kontrol bikirana’
'Ger ne ji kurê min û 120 hevalên wî bûya çeteyan dê herêmên me kontrol bikirana’
'Ger ne ji kurê min û 120 hevalên wî bûya çeteyan dê herêmên me kontrol bikirana’
'Ger ne ji kurê min û 120 hevalên wî bûya çeteyan dê herêmên me kontrol bikirana’
'Ger ne ji kurê min û 120 hevalên wî bûya çeteyan dê herêmên me kontrol bikirana’
'Ger ne ji kurê min û 120 hevalên wî bûya çeteyan dê herêmên me kontrol bikirana’
'Ger ne ji kurê min û 120 hevalên wî bûya çeteyan dê herêmên me kontrol bikirana’
'Ger ne ji kurê min û 120 hevalên wî bûya çeteyan dê herêmên me kontrol bikirana’
3 nîsan, 2022   04:44
HESEKÊ

Şehîd Egîd Xelîl di sala 1995'an de li bajarê Serêkaniyê ji dayik bû û dema ku ew 11 salî bû, di sala 2006’an de malbata wî koçî Hesekê kir.

Dayika şehîd Egîd Merdiye Faris got taybetmendiya şehîd Egîd ew bû ku lehengekî rast bû, rêz û hurmeta malbata xwe digirt, li hember xwişkên xwe dilovan bû û ji qenciyê hez dikir.

Xwişka şehîd Egîd, Delal Xelîl jî got: "Ez nizanim çawa behsa birayê xwe Egîd bikim. Ji ber ku ez çi qas behsa lehengî û exlaqê wî bikim, dîsa jî kêm dimînim."        

Her wiha bavê şehîd Egîd Mihemed Xelîl li ser têkiliya xwe ya bi kurê xwe re got: "Têkiliya min û Egîd ne têkiliya bav û kurekî bû, ew hevalekî min bû."

Şehîd Egîd di sala 2016'an de zewicî û 3 zarokên wî hene; Delal (5), Zelal (3) û Mihemed (3 mehî).

Şehîd Egîd û bavê xwe tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn û beşdarî piraniya şerên ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, bû.

Şehîd Egîd ji zarokatiya xwe heta şehadeta xwe ji tiştekî netirsiya, xema wî ya sereke parastina herêma xwe û gelê xwe ji teror û çeteyan bû û beşdarî şerê Hesekê û gundewarên wê yê 2014’an, Til Temir û gundewarên wê yê 2014’an, Reqa 2017, Dêrezor 2018, Baxoz 2019, Serêkaniyê 2019, Til Temr û gundewarên wê 2020 û herêmên din bûye.

Şehîd Egîd tevî bavê xwe, di heman xendekê de şer kir.

Şehîd Egîd di sala 2019'an de wek fermandarekî qadê di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de têkoşîna xwe berdewam kir û ji gundê Aliya yê navçeya Til Temirê ya rojavayê Hesekê heta gundê Terwaziya yê navçeya Girê Spî bi dirêjahiya rêya M4 ya di navbera Til Temir û Eyn Îsa de, berpirsê eniyên şer bû.

Şehîd Egîd di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de, di dema êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê di 22'yê Çileyê de, tevî 120 şervanên din tev li karwanê şehîdan bû.

Bavê şehîd Egîd da zanîn ku ew bi şehadeta kurê xwe ya ji bo parastina bajarê xwe û gelê wê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, serbilind e û wiha got: "Eger ne şehadeta kurê min û 120 hevalên wî bûya, dê çeteyan herêmên me kontrol bikirana."

Xwişka şehîd Egîd, Delal Xelîl wiha anî ziman: "Egîd şehîd bû, em ê her tim bi şehadeta wî serbilind bin. Ez bûm xwişka lehengê ku di parastina bajarê xwe û gelê xwe de şehîd bûye."

(dx)

ANHA