Rêvebeweriya Xweser: Êrişên dewleta Tirk berdewama rêgeza qirker a li dijî gelan e

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê êrişa li dijî erebeyekê li ser rêya Tirbespiyê şermezar kir û got: “Ev kiryara terorîst a dewleta Tirk berdewama rêgeza qirker a li dijî Kurd, Ermen, Suryan û Ereban e.”

Rêvebeweriya Xweser: Êrişên dewleta Tirk berdewama rêgeza qirker a li dijî gelan e
2 nîsan, 2022   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê têkildarî êrişa duh a li dijî erebeyekê li ser rêya M4 li navçeya Tirbespiyê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî herêmê didomîne. Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker karwanên pîrozkerên cejna Ekîto di nav de wesayîteke girêdayî Hêzên Xweparastinê kir hedef. Di encamê de endamekî Hêzên Erka Xweparastinê bi navê Dirar Cuma şehîd bû û du kesên din jî birîndar bûn. Di nav de helbestvan Ferhad Merdê hebû. 

Terora ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, berdewama siyasetên wê yên li dijî ewlehî û istiqrara li herêmê û qirkirina gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û her wiha şikandina vîna gelên herêmê ye. Ew hevgirtina li herêmê tehemul nake. Ev kiryar berdewama qirkirinên li dijî gelên kurd, ermen, suryan, asûr û ereb û hewldana çewisandina nasnameya çandî ya van gelan e.

Ev vê êrişê şermezar dikin û sersaxî didin malbata şehîd û şifayê ji birîndaran re dixwazin.

Em bang li civata navneteweyî û hêzên garantor dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û helwesteke cidî nîşan bidin da ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Em bang li gelê xwe dikin ku ji vê bêtir hevgirtî bin û berxwedanê li hember dagirkerî û terorê mezin bikin.”

(şx)

ANHA