Hunermend: Ji bo şikandina tecrîdê, divê em dengê xwe bilind bikin

Hunermendên herêma Firatê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo şikandina tecrîdê banga xurtkirinê têkoşînê kir.

Hunermend: Ji bo şikandina tecrîdê, divê em dengê xwe bilind bikin
2 nîsan, 2022   07:06
KOBANÊ

Rejîma dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî li ser rêber Ocalan ferz dike didomîne, li beramber wê jî bangên ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan zêde dibin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/04/02/070204_mhbwbh.jpg

Girêdayî mijarê, hunermend Mehbûba Eto ji ajansa me re axivî û got:" Dijminên gelê Kurd bi rêya tecrîda li ser rêbertî hewl didin çand û mîrasa me têk bibin ku rêbertî banga parastina wan kir. Di heman demê de rejîmên faşîst hewl didin bi rêya têkbirina çandê gelan têk bibin. Ji lew re tecrîda li ser rêbertî giran dikin ku çanda gelan qir bikin."

Mehbobe Eto rojbûna rêber Ocalan li gelê Kurd pîroz kir û wiha domand: "Bi nêzbûna 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Ocalan, em vê rojê li kurdan pîroz dikin ku tê de ronakbîrê serdemê û rizgarê gelan hate dinê. Bang li tevahî jinan û hemû hunermendan dikim ku dengê xwe bilind bikin ku tecrîda li ser rêberê me bişikînin, çi bi rêya huner çi jî bi rêya herikîna li qadan dibe."

Mehbûba Eto wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji me hunermendan tê xwestin ku bi deng û awazên xwe tecrîda li ser rêber Ocalan bişikînin û ji cîhanê re eşkere bikin ku em gelekî aştîxwazin ku banga aştî û azadiyê dikin, ne banga şer û wêraniyê dikin."

‛BI DERKETINA RÊBERTÎ RE JI KURDAN RE RÊYA AZADIYÊ HATE VEKIRIN’

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/04/02/070046_zylan-jlylaty.jpg

Derketina fikrê rêber Ocalan bandoreke mezin li gelên herêmê kir, gelên herêmê bi coşeke mezin fikrê rêbertî hembêz kir, ku tê de rêya rizgariya xwe dîtin.

Der barê mijarê de endama Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê Zîlan Cilêlatî wiha got: "Ji 24 salan ve rêbertî di girtîgehê de ye, tevî wê jî bi rêya parêznameyên xwe ku planên dewletên faşîst têk birin, rêya azadî xêz kir. Lê dema dijmin dît ku fikrê rêbertî li ser wê xeter e tecrîdeke giran li ser wî ferz kir."

Zîlan Cilêlatî da zanîn ku beriya rêbertî were dinê Kurd rûbirûyî komkujî û qirkirinê bûn, tu deng û armanceke wan tune bûn û wiha domand: "Bi derketina rêbertî re rêya kurdan eşkere bû, ew jî rêya azadiyê ya ku rêbertî bi fikir û felseya xwe nexşe kiriye. Lê ev rê li kêrî dijminên kurdan nehat û hewl da kurdan wek berê vegerînin. Lê armancên xwe wan bin ketin û fikrê rêbertî li her malekê belav bû."

Zîlan Cilêlatî wiha dawî li gotina xwe anî: "Armanca me, em rêbertî di nava xwe de bibînin. Peyama min ji her kesê aşiqê huner û mûzîkê ye dengê xwe bilind bike û ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî tê bikoşe. Bi hezaran kes li ser rêya rêbertî dimeşin û gihaştin asta şehadetê da ku em bi aştî bijîn. Dem hatiye ku em deynê rêbertî bidin ku ji ewlehî û aramiya me temanê xwe daye."

(fr)

ANHA