​​​​​​​‘Siyaseta DYA’yê bû sedem ku Riyad û Ebû Dabî helwesteke hevseng nîşan bidin’

Helwesta Erebistana Siûdî û Îmaratê li hember mudaxeleya Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê guherîneke surprîz çêkir.

​​​​​​​‘Siyaseta DYA’yê bû sedem ku Riyad û Ebû Dabî helwesteke hevseng nîşan bidin’
31 adar, 2022   06:11
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Mudaxeleya Rûsyayê li Ukraynayê nakokiya di navbera DYA, Erebistana Siûdî û Îmaratê de eşkere kir. Ji ber têkiliya di navbera Washingotin û her du dewletên Kendavê yên sereke de stratejîk bû. Lê daxuyaniya balyozê Îmaratê yê DYA’yê Yûsif El-Etîbe ku têkiliya di navgera her du welatan de di testa tehemûlkirinê re derbas dibe, hebûna nakokiya rasteqîn a di navbera wan de eşkere kir.

Helwestên dewletên Kendavê, bi taybet Erebistana Siûdî û Îmaratê der barê tevgera leşkerî ya Rûsyayê de ji bo hevalbendên rojavayî surprîz bû. Ya herî eşkere jî helwesta Îmaratê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ku du caran dengdan red kir, her wiha helwesta Erebistana Siûdî li ser krîza petrolê ku bangên Amerîka û Brîtanyayê yên derxistina zêde ji petrolê ku bihayên sotemeniya cîhanê kêm bike. Nemaze ku cara yekemîn ji 8 salan ve, her bermîlek petrolê 100 dolar derbas kir.

Rojnameya The Wall Street Journal a amerîkî ragihand ku Riyad dikare buhayê petrolê kêm bike, bi taybet ew bi rêjeyeke kêmtir ji kapasîteya xwe ya hilberînê pompe dike û ew dikare di nav 3 mehan de bigihêje kapasîteya herî zêde ya hinardekirinê.

Şirovekaran nêrînên cuda der barê helwesta Kendavê de nîşan dan, hinan da zanîn ku ew bi Moskovê re û hinan jî ku ew helwesteke hevseng di navbera dewletên rojava ji aliyekî ve, Çîn û Rûsya ji aliyekî din ve ye û guhertineke dramatîk a girêdayî hevsengiya cîhanê ya nû ku di çarçoveya avakirinê de ye.

Her wiha hin şîrovekarên din jî eşkere kir ku ew helwesteke hişyar a li hember tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê ye. Ev helwesta "hişyarî" nîşan dide ku di van salên dawî de bandora DYA’yê (bi giranî li ser Çîn û Rûsya) kêm bûye. Ev yek jî rewşeke bêbawerî û gumanê li hember Washingtonê ava dike, ku têgihiştineke giştî nîşan da, ku ew bi hêsanî dev ji hevalbendên xwe berdide, mîna li Efganistanê û derketina kaotîk a artêşa Amerîkayê ji vî welatî û radestkirina wê ji tevgera Talîbanê re.

Tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukrayna ji serokê Rûsya Valdimîr Pûtîn re rewşeke nû li ser erdê afirand ku tu kes ne li Ewropa, ne li Rojhilata Navîn heta ne li DYA’yê nikare paşguh bike. Pispor texmîn dikin ku dê ev rewş pergaleke global a nû ji ya berê cudatir ku piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê hatiye afirandin, biafirîne. Di heman demê de ramyar Francis Fukuyama ew rewşa bi "dawiya dîrokê" wesif kir. Heman ramyar di gotareke xwe de ji rojnameya Financial Times a brîtan re nivîsand û got "şer"ê Pûtîn li dijî Ukrayna pêk tîne suprîzeke mezin li rojava çêkir. Financial Times wesif kir ku kiryara ku Pûtîn di 24’ê Sibatê de pêk aniye guhartineke diyarker di dîroka cîhanê de ye, her wiha ew şer bi "dawiya dawiya dîrokê" wesif kir.

Anku pergala nû ya global dê were avakirin, dê tê de rola Rûsya û Çîn a mezin be. Riyad û Ebû Dabî vê yekê dizanin ku divê cihê wan jî di vê pergala nû de hebe, bi wê re berjewendiya her du welatan di berdewamkirina pirrengiya têkiliyên xwe û derketina ji têkiliya yekalî bi Washingtonê re ye.

Têkildarî guherîna têkiliyên Riyad û Ebû Dabî bi hevalbenda xwe Washingtonê re, lêkolînerê lubnanî Sarkis Ebû Zeyd ji ajansa me re wiha got: "Ji demekê ve têkiliyên navneteweyî di nava guhartine û veguhertinên mezin de ye, ew jî piştî bûyerên dawî yên li Ukrayna. Ji ber nakokiya Rûsya-rojava hevsengî û perspektîf guhartin. Ji lew re em dibînin ku ji nû ve nêrîn an jî hewldanên ji nû ve nêrîna li dewletên rojava hene. Ji ber hîs kir ku dê DYA’yê dev ji wan berde mîna dev ji hevalbend û dostên xwe yên li Ukrayna, Efganistan û li dewletên din berdaye."

Ebû Zeyd wiha domand: "Mîrên kendavê ji guherîna helwesta Amerîkayê metirsîdar in. Ji ber DYA xwe dispêre siyaseta kêlî. Lê siyaseta kêlî ya Amerîka stratejîk e û ne girêdayî tu qanûnên eşkere, ne exlaq ne jî rêgezên têkilî û danûstandinan de ye."

Her kes êdî dizane ku giliyên Riyad û Ebû Dabi li dijî Washingtonê bi sedema nebersivdana li dijî êrişên li ser avahiyên Aramco zêde bûne, her wiha berteka wê ya dereng der barê êrişên koma Ensarullah "El-Hûsî" di Çileya 2022’yan de, dudiliya Amerîka di destekdayîna şerê li Yemenê de, nehesabkirina berjewendiyên xwe di danûstandinên li ser dosyaya nukleerê ya Îranê de. Ji nav nîşaneyên nakokiyê, Ebû Dabî di dawiya 2021’an de gav ji bo kirîna 50 balafirên Amerîka yên F-35 bi nirxa 23 milyar dolar şûnde avêt, ji wê zêdetir jî şantajkirina Amerîka ji Erebistana Siûdî re der barê dosyaya kuştina El-Xaşiqcî de.

Lêkolînerê lubnanî Sarkîs Ebû Zeyd di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Dê di cîhanê de gelek guhartin çêbin, lê beramberî vê yekê gelek dewlet ji van guhartinan metirsîdar in."

(fr)

ANHA