Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 zarok li Efrîna dagirkirî revandin

Bi armanca koçberkirina kurdan ji kantona Efrînê, çeteyên Feyleq El-Şam yên dewleta Tirk a dagirker 2 zarok ji navçeya Şêrawa revandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 zarok li Efrîna dagirkirî revandin
30 adar, 2022   08:06
ŞEHBA

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Feyleq El-Şam 2 zarok ji gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrawa revandin da ku di berdêla serbestberdana wan de fîdyeyê ji malbatan bistînin.

Çavkaniyan her wiha da zanîn ku her du zarokên bi navên Zeyneb Elî Xelîl (7) û Îbrahîm Ehmed Îbrahîm (9) di 27'ê Adarê de hatine revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi van sûcan hewl didin Kurdên ku li kantona Efrînê ya dagirkirî mane, koçber bikin.

Rêjeya Kurdan li Efrînê beriya dagirkirinê ji sedî 95 bû, lê li gorî rêxistinên mafên mirovan ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li kantona Efrînê belge kirine ev rêje daketiye heta sedî 23.

(dx)

ANHA