Ereb û Kurd: Em ê li hemberî hewldanên derxistina fitneyê bisekinin

Şêniyên bajarê Minbicê diyar kirin ku tevî hewldanên dijmin ên derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyan de û tunekirina projeya demokratîk, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha biratiya gelan û demokrasiyê di nava ewlehî û aramiyê de bi hev re dijîn.

Ereb û Kurd: Em ê li hemberî hewldanên derxistina fitneyê bisekinin
26 adar, 2022   05:40
MINBIC- EHMED QERACE

Gelek aliyên hundir û derve hewl didin nakokiyan di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de derxin da ku projeya neteweya demokratîk ku li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin têk bibin. Ji ber ku ev proje nakeve xizmeta berjewendiyên van aliyên ku dixwazin armancên xwe li ser axa Sûriyê pêk bînin.

/ar/uploads/files/2022/03/26/053041_ahmd-rshw.webp

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê Ehmed Reşo ji pêkhateya Kurd e got ji destpêka şoreşa Sûriyê ve hin alî û dewletên herêmî ku armancên wan di şoreşê de hene, dest bi derxistina nakokiyan di nav gelê Sûriyê de bi taybet di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de kirin.         

Ehmed Reşo wiha lê zêde kir: "Bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê re em hewldanên derxistina nakokiyên di navbera Kurd û Ereban de dîtin. Her wiha bi hemû rêbazan binpêkirin li hemberî kurdan dikirin. Dixwestin bi vê yekê fitneyê di navbera her du pêkhateyan de derxînin. Em welatiyên li herêmên Rêveberiya Xweser cudahiyê naxin navbera pêkhateyan, lê em li hemberî her kesên ku dixwazin fitneyê derdixin disekinin."

Ehmed Reşîd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhate, ol û mezheban kom dike, ku di nav ewlehî û aramiyê de bi biratî û demokrasiyê bi hev re dijîn û tu cudahî di navbera wan de nîn e. Em nakokiyên ku dewleta Tirk û aliyên din bi armanca dagirkirina herêmên Sûriyê derdixin, qebûl nakin û em ê bi hemû rêbazan li hemberî van nakokiyan bisekinin."

Di heman çarçoveyê de, welatiya ji pêkhateya Ereb Xada Hemîd got di hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê de xwîna şehîdên her du pêkhateyên Ereb û Kurd tevlihev bû û piştî hevgirtina wan a ji bo rizgarkirina bajêr, Rêveberiya Xweser bi hemû pêkhateyên wê sazî û meclisan bi hate damezirandin.

Xada Hemîd wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li gel van pêşketinan hewldanên derxistina fitneyê bi taybet di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de hebûn. Armanc ji van hewldanan têkbirina aramî û ewlehiya herêmê bû. Lê peyama me ew e ku tu cudahî di navbera Kurd û Ereban de nîne, ji ber ku bi saya hevgirtina wan bajarê Minbicê ji mezintirîn rêxistina terorê rizgar bû."              

/ar/uploads/files/2022/03/26/053116_img_8179.webp     

(dx)

ANHA