​​​​​​​Burhan Raûf: Hevbendiya sê alî dê bandoreke neyinî li xebata siyasî bike

Şîrovekarê siyasî yê kurdî Burhan Raûf da zanîn ku hevbendiyên nû ya Tevgera Sedir, PDK’ê û Hevpeymaniya Serweriyê ya Sune ragihandiye dê bandorên neyênî li xebata siyasî ya li Iraqê bike û got, hikumeta ku Sedir dixwaze were avakirin pergala parvekirinê ye, lê bi navekî cuda ye.

​​​​​​​Burhan Raûf: Hevbendiya sê alî dê bandoreke neyinî li xebata siyasî bike
26 adar, 2022   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Beriya lidarxistina civîna hilbijartina serokkomarê Iraqê bi çend rojan, 23'yê Adarê Hevpeymaniya Serwerî ya Sune, PDK û Tevgera Sedir lihevkirinek nû li ser namzetên serokwezîr û serokkomarê Iraqê kirin. Her wiha navê hevbendiya xwe ya nû kirin ''Hevpbendiya Rizgariya Nîştimanî''.

Tê payîn civîna parlamentoyê ya taybet bi hilbijartina serokkomariyê îro şemiyê 26’ê Adarê li dar keve, lê hin texmîn hene ku dê civîn li dar nekeve û hin hêzên siyasî wê asteng bikin.

Her sê aliyan ku wezîrê hundirîn ê hikumeta Başûrê Kurdistanê yê PDK'î Rêber Ehmed wek namzetê serokkomariyê û Mihemed Cafer Sedir jî wek namzetê serokwezîriyê destnîşan kirin.

BANDORÊN NEYÊNÎ LI SER XEBATA SIYASÎ

Têkildarî wê şîrovekarê siyasî yê kurdî Burhan Raûf ji ajansa me re wiha got: "Di rastiyê de, ew mijareke normal û qanûnî ye ku li çi dewletekê hevbendî û îtîlaf di navbera hêzên siyasî de hebin. Lê hevbendiya Rizgariya Nîştimanî ya li Iraqê hevbendiya di navbera PDK’ê, Tevgera Sedrî û Hevbendiya Serweriyê ya Sune de ye. Hevbendiyên nû tu hêzên siyasî yên aktîf ên li Iraqê û yên ji pêkhateyên dîtin negirtin nava xwe, bi taybet ji Şîe û Kurd."

Feûf anî ziman ku avakirina vê hevbendiyê dê bi xwe re pirsgirêkên xeternak di hundirê civaka Iraqê de çêkin û gelek hêzên siyasî li derveyî vê hevbendiyê ne, bi taybet Çarçoveya Hemahengiyê û YNK’ê. Her wiha got, ev her du hêz jî ji bo qada Iraqê û Kurdistanê girîng in û dê bandorên neyinî li xebata siyasî bikin.

'CIVÎN LI DAR NAKEVE'

Têkildarî lidarxistina civîna parlamentoyê ya îro (26’ê Adarê) ya ji bo hilbijartina serokkomariyê, Burhan Raûf lidarxistina wê dûr xist û wiha anî ziman: " Çarçoveya Hemahengiyê û YNK civîn boykot kirin. Bi vê yekê hejmara yasayî ya amadebûna parlamenteran temam nebe û civîn wê neyê lidarxstin."

Dadgeha Federal a Iraqê got, divê sêyek ji endamên parlamentoyê beşdar bibin ku hejmara qanûnî ya ji bo lidarxistina civîna hilbijartina serokkomariyê temam bibe. Têkildarî wê siyasetmedaran got temamnebûna hejmar wê li pêşiya piranî parlamenter di hevbendiya sêalî (Tevgera El-Sedrî, PDK’ê û Hevbendiya Serweriyê ya Sune) de ne zehmetiyek be.

'PARÇEBÛNA KURDÛ ŞÎE HIBIJARTINAN ASTENG DIKE'

Raûf da zanîn ku astengiya sereke û bingehîn li pêş hilbijartina serokkomariyê lihevnekirina partiyên Kurd ên sereke-YNK û PDK’ê li ser yek namzetî ye û wiha pê de çû: "Her partiyek de bi namzetê xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Ev yek jî li pêş rêjeya hilbijartinan astengiya sereke ye."

Li gorî Raûf astengiyek din heye, ew jî parçebûna di mala Şîe de ye û wiha domand: "Li gel Şîe jî nakokiyên mezin di navbera Tevgera Sedir û Çarçoveya Hemagehngiyê de hene. Ji 2003’yan ve cara yekemîn e ku mala Şîe bi vê astê parçe dibe. Ev jî li pêş hilbijartina serokkomar û diyarkirina serokê hikumet û avakirina hikumetê astengiyeke mezin e.

Têkildarî derfeta pêkanîna hilbijartinên pêşwext çavdêrê siyasî Burhan Raûf ev tişt got: "Lidarxistian hilbijartinên pêşwext di dema niha de ne mumkin e, lê heger hejmara qanûnî di 26’ê Adarê de temam nebe, ev yek bibe dê rê li ber nêzbûn û yekitiyên siyasî yên nû di navbera hêzan û lihevkirinên navbera pêkhat û partiyên siyasî de veke, da ku li ser kesekî yan jî namzetî ji bo serokkomarê li hev bikin."

'HIKUMETA KU SEDIR DIXWAZE AVA BIBE, KOTA BI NAVEKÎ DIN E'

Serokê Tevgera Sedir Muqteda El-Sedir ku di hilbijartinan de 73 kursî bi dest xistine her tim dibêje ew ê hikumeta "piraniyê" bi Kurd, Sune re ava bike û hêzên hevserngiyên li qada siyasî çêdikin mîna "Çarçroveya Hemahengiyê" dûr bixe.

Piştî ragihandina hevbendiya nû, El-Sedir da zanîn ku ev bijartina sêalî"serkeftineke nimûne û girîng e ji bo rizgarkirina nîştimanî ye û hêvî kir ku hikumeteke pirrengî ya nîştimanî bê derengî were avakirin.

Raûf eşkere kir ku hikumeta "Piraniyê" ya ku Sedir dixwaze ava bike hikumeke lihevkirinê ye, ji ber bloka mezintir ku tevgera Sedir û Sune û beşek ji kurdan ava kiriye heman lihevkirin û parvekirina ye, lê bi navekî din e.

Raûf îşaret bi rêbazên çareserkirina aloziya li Iraqê kir û got: "Hin rê û rêbazên din hene ku hêzên siyasî dikarin  bi kar bînin da ku ji van krîz û pirsgirêkên li Iraqê rizgar bibin, her wiha li ser dewleta qanûn û çekê di destê dewlet û zelalbûn û edaleta civakî de bikin, her wiha kesên guncaw di cihên guncaw de erkdar bikin û namzetên dikarin dewletê bi rê ve bibin erkdar û diyar bikin. Ev pirsgirêkên mezin li Iraqê ne."

Şîrovekarê siyasî yên kurdî Burhan Raûf wiha dawî li gotina xwe anî: "Pirsgirêka mezin di xebata siyasî li Iraqê de nepabendbûna bi destûr û nêrîna li birayrên bi veqetandinê ye."

(fr)

ANHA