Jinên beşdarî konferansê bûne: Divê dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê were bidawîkirin

Jinên beşdarî konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne da zanîn ku divê dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re were bidawîkirin û xebata li ser vegerandina koçberan li cihên wan were kirin û asta têkoşînê li dijî hemû siyasetên li dijî jinan were bilindkirin.

Jinên beşdarî konferansê bûne: Divê dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê were bidawîkirin
Jinên beşdarî konferansê bûne: Divê dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê were bidawîkirin
Jinên beşdarî konferansê bûne: Divê dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê were bidawîkirin
Jinên beşdarî konferansê bûne: Divê dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê were bidawîkirin
Jinên beşdarî konferansê bûne: Divê dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê were bidawîkirin
Jinên beşdarî konferansê bûne: Divê dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê were bidawîkirin
Jinên beşdarî konferansê bûne: Divê dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê were bidawîkirin
24 adar, 2022   17:24
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên konferansê xwe ya li Qamişloyê bi diruşma "Jina Sûrî di bin dagirkeriya Tirk de, êş-azar, xweragirtin-berxwedan" bi nîqaşên beşên siyasî û civakî berdewam dike.

BEŞA YEKEMÎN

Dîwana birêvebirina konferansê ji hêla endamên Meclisa Jinan ve Ebîr Hesaf, Stêr Qasim, Sîham Emoke û Xaliya Keçwan hate avakirin.

Rojnameger Nercis Îsmaîl beşa yekemîn xwend û wiha tê de got: "Di dirêjahiya serdeman de, bi taybetr ji dema şoreşa cotkariyê û derkeftina qezencê di berhemê de, pêşketina têgeha milkiyeta taybet û sermaye mirovahî derbasî serdemeke nû ji nakokiyan bû. Da ku vê milkiyetê fireh bike. Yê bi hêz yê lawaz û milkên wî destser dike. Gelek împratorî yên xwedî hêzeke leşkerî derketin."

Nercis Îsmaîl wiha domand: "Ji destpêka sedsala 16’an ve fikrê mêtingeriyê ava dibe û ev jî li gel ewropayan eşkere bû. Bi şoreşa endustiriyê re pêdiviya împratoriyan bi şerên din hebûn ku sûkan ji berhemên xwe re bibînin û li xebatkarên bi destheqekî erzan bixebtin digerîn."

Rojnamger dagirkerî pênase kir ku desteserkirina li ser xaka dewleteke din an jî parçeyeke wê bi dare zorê ye û dûvre hikumeta wê hildiweşîne da ku xwe li şûna wê bi cih bike.

Nercis Îsmaîl di berdewamiyê de wiha got: "Dibe ku dagirkerî desthilatdariya xwecihî wekî eniyek an jî amûrek ji bo bicihanîna ferman û talîmata dagirkeran bihêle û helbet ev yek wê ji wesifkirina dagirkeriyê dûr naxe, lê ew yek ji şêwazên wê ye. Dagirkerî bi xwe çend şêweyên wê hene. weke dagirkeriya çandî, aborî û medyayê."

Nercis Îsmaîl îşaret bi guhartina şêweyên dagirkerî, cureyên wê û pêşdeçûna wê kir ku hemû merheleyên demê re guncaw be û wiha got: "Gelek navên wê hene, lê naveroka yek e. Destpêkê dagirkerî bû, lê piştre şiklê birêvebirina girt û xwe wesayet li ser hesiband. Dewletên mezin xwe wesî yan jî şêwirmendê dewleteke nû serxwebûna xwe wergirtiye dihesibînin. Wê yekê jî bi hinceta pisporiya wê di rêvebirina karûbarên hundirîn û derve de kêm e pêk tîne. Bi wê re siyasetên wan dewletan kontrol dikin."

Beşa siyasî bal kişand ser sûcên dewleta osmanî. Her wiha împratoriya Osmanî kaxiza olî bi kar anîn û gelek sûcên bi navên vekirinên îsmalê li dijî gelan pêk anîn. Hîna jî dewleta Tirk li hember parçeyên Kurdistanê vê yekê bi kar tîne.

Dewleta Tirk sûcên li dijî herêma Başûrê Kurdistanê berdewam dike, çekên giran li dijî wê bi kar tîne. Zêdetirî 20 baregehên leşkerî di kûrahiya herêmê de ava kirine. Nêzî 300 gund topbaran kirin û ji şêniyên wê vala kirin. Sivîlan hedef digire û bi dehan jî şehîd xistin.

Destê dewleta Tirk di kûrkirina krîza Sûriyê û veguherandina Sûriyê ber bi çiraveke xwînê ve ku bi milyonan sûrî daqurtandine; ji şehîd, birîndar, koçber û penaberan, dirêj û yekser bû.

Sedema destwerdana dewleta Tirk Ii Sûriyê gelek in, ji wan jî siyasî û aborî ne mîna gaza Qeterê ku diviyabû di xaka Sûriyê û Tirkiyê bigihîşta Ewropa. Her wiha dijminatiyeke neteweyî ya kevn ji gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen re heye.

Di dawiyê de Nercis Îsmaîl wiha got: "Hîna alava topbaranê ya dewleta tirk sivîlan bi awayekî rojane li gund û navçeyên Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa, Minbic, Kobanê û hwd hedef digire. Ew yek binpêkirina aşkera ya agirbestê ye ku hikumeta Tirkiyê bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kir."

BEŞDARBÛN

Gerînendetiya Foruma Sûrî ya Samî Esmaa Kîsar dîmenek şand, tê de bal kişand ser azarên li hember jinên Sûriyê yên di dirêjahiya salên borî de, ji zulm û windakirina kezebên xwe û dagirkirina xaka wan ji hêla dagirkeriya Tirk ve. Bêyî ku tu dewletek destwerdanê bike û zulmê ji ser jina sûrî rake. Her wiha bal kişand ser sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li ser jinan ferz kirine.

Li aliyekî din jî endama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mecdolîn Hesen bi rêya online beşdar bû û behsa rewşa jinên li herêmê kir, bi taybet li herêmên dewleta Tirk dagir kirine û wiha got: "Tu qanûn û azadî tune ne. Jin ji aliyên etnîkî, cinsî û çandî ve tên qirkirin."

BEŞDA CIVAKÎ

Di beşa civakî de dîwanek ji endamên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Taz Başa, Corgêt Bersûm û endama Jinên Idlib El-Xedra Sefa Taha ve hate avakirin.

Beşa duyemîn ji hêla endama nivîsgeha Jinan a PYD’ê Taz Başa û endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Corgêt Bersûm ve hate xwendin.

Di beşa rewşa civakî de bûyerên li Sûriyê û bandorên li ser jinan ji aliyên tundî û bikaranînê û destdirêjiyên li ser wan hatin nîqaşkirin.

Jinên ji hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke bingehîn û pêşeng di dirêjahiya 11 salan ji krîza Sûriyê de list. Piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê jinan xwe di aliyên siyasî, fikrî, leşkerî û rêvebertiyê de bi rêxistin kir û li hember hemû rewş, astengî û dijwariyên li hember xwe sekinînin.

Di beşa civakî de îşaret bi bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin, bi taybet Efrîn ku bûbû cihê ewle ji hemû sûriyan re û wiha hate gotin: "Lê sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê, bêyî hesab ji NY’yê, biryar û peymanên wê re were kirin, derbeyek li dijî jinên li hember wan sûcan bê deng maye. Sûcên li dijî jinên li Efrîn û herêmên dagirkirî yên din nimûneya vê yekê û binpêkirina eşkere ya qanûna navneteweyî ya mirovan e."

Destdirêjiya cinsî yek ji şêweyên tundiyê li dijî jinan digel dagirkeriyê de ye. Ji ber ew yek mirovahî, taybetmendî, laş û derûniya wê bin pê dike.

Li aliyekî din jî nivîskara ji Başûrê Kurdistanê Kinêr Ebdullah bal kişand ser rewşa jinan li Rojava û wiha got: "Rewşa jinan li Rojava baş e. Digel hebûna dagirkeriyê de jin rûbirûyî tundiyê ne. Bi dagirkirina Efrînê re, gelek jin bûn qurbanê sûcên tundiyê û revandinê."

Her wiha lêkolînera civakî û mamosteya zanîngeha Tunisê Amal Qeramî jî wiha got: "Parastina jinan dikeve ser milê jinan. Ji lew re em hemû jinan bi rêya çalakiyên cuda û balişandina ser mijarên girêdayî jinan, parastina dozen wan û nepaşguhkirina wan zana bikin."

XWESTEK Û PÊŞNIYAR

Di dawiya her du beşan de, gelek xwest hatin diyarkirin ku bişînin aliyên peywendîdar. Ji wan jî şer raweste, aştiya mayînde li Sûriyê pêk bê, dagirkeriya Tirk bi dawî bibe, parastina sivîlan were dabînkirin, avahiyên mêtingehiyê werin rakirin, xebat li ser vegera koçber û penaberan ji cihên wan ên resen re were kirin.

Asta têkoşînê li dijî tevahî siyasetên li dijî jinan were bilindkirin, li hember şerê taybet û şerê qirkirinê yên ji hêla dagirkeriya Tirk ve were sekinandin. Zext li dewleta Tirk were kirin ku avê weke çek li dijî sivîlan bi kar neyne. Komîteyeke navneteweyî ya lêpirsîn were avakirin ku wêrankirina binesaziya li herêmên dagirkirî werin belgekirin.

Her wiha beşdaran gelek pêşniyar kirin, ji wan jî; dagirkeriya Tirk ji tevahî xaka Sûriyê re were bidawîkirin, çareseriyek ji krîza Sûriyê were dîtin ku herêmên dagirkirî werin rizgarkirin. Xebat Ii ser vegera koçber û penaberan li warên wan bi garantiya navneteweyî were kirin û milkên wan li wan werin vegerandin. Sûcên dewleta Tirk werin belgekirin û li pêş dadgehên navneteweyî were darizandin û jin beşdarî xebatên siyasî bibin.

Xebatên konferansê bi nîqaşên li ser beşa hiqûqê berdewam e û tê payîn bi encamnameyekê bi dawî bibe.

ANHA