QSD: Divê civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî dosyaya DAIŞ'ê bi cih bînin

Salvegera 3'yemîn a qedandina DAIŞ'ê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de QSD'ê got, divê Koalîsyona Navneteweyî û civata navneteweyî berpiryartiyên xwe li hemberî DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan bi cih bînin û destekê bidin şêniyên herêmê ku ''di oxira parastina tevahî mirovahiyê de bi hezaran şehîd dan.''

23 adar, 2022   14:57
DÊRAZOR

Merasîmê pîrozbahiya  salvegera sêyemîn a qedandina çeteyên DAIŞ'ê li erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li heqil El-Omer ê bakurê rojhilatê Dêrazorê li dar ket.  Malbatên şehîdan, fermandarên QSD'ê yên herêma rojhilat û yên Dêrazorê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û bi sedan şervan, her wiha endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û şêx û rûspiyên herêmê beşdarî merasîmê bûn,

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî dest pê kir. Paşê daxuyaniya QSD'ê ji aliyê endamê nivîsgeha têkiliyên QSD'ê ya Dêrazorê Can Xelîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Serkeftina hêzên me ya li hemberî DAIŞ, qedandina seweriya wê di aliyê erdîngariyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha berxwedana gelê me îlhamek da cîhanê ku serkeftina li hemberî DAIŞ û têkoşîna li hemberî terorê pêkan e."

BI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK  A DAGIRKER, ÊRIŞÊN ŞANDEYÊN DAIŞ'Ê ZÊDE BÛN

QSD'ê ragihand ku şaneyên DAIŞ'ê hîne hene û hemû beşên civakê bi hemû pêkhateyên wê dikin hedef, her wiha got, bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê re êrişên şaneyên DAIŞ'ê zêdetir bûn.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî hatin kirin ku berpirsyartiyên xwe yên piştevahiya herêmê di têkoşîna li hemberî şaneyên mane de bi cih bînin û destekê bidin gelên herêmê ku "li derdora hêzên me kom bûne û tevahî êriş têk birin".

QSD'ê îşaret pê kir ku divê dewlet bi lez bikevin tevgerê û berpirsyariyên xwe li hemberî DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan bi cih bînin. Her wiha got: "Ruxmî kêmbûna derfetan hêzên me îsbat kirin ku dikarin şerê terorê bikin."

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El-Ebdullah berxwedana YPJ'ê silav kir û ev bone li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de li xelkê Dêrazorê pîroz kir.

Lîlwa El-Ebdullah anî ziman ku bi saya fedekariyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevgirtina gelan û pêşengtiya jinan ev herêm hatin rizgarkirin.

' DIVÊ JIN TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKE'

Lîlwa El-Ebdullah di dewama axaftina xwe de bang li jinan kir ku xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê xurt bikin da ku zulma li ser xwe bi dawî bikin.

Ji serleşkerên Koalîsyona Navneteweyî Dan Lider jî axivî û anî ziman ku ew ê piştevaniya QSD'ê di tunekirina DAIŞ'ê de dewam bikin û wiha domand: "DAIŞ'ê dijminê mirovahî û cîhanê ye, armanca wê qetilkirin e. Em bi şans in ku me li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk re şer kir. 3 sal di ser rizgarkirina Baxozê re derbas bûn, lê şaneyên DAIŞ'ê hîna hene. Em di şerê li dijî DAIŞ'ê de berdewam in û em ê destekdayîna bi QSD'ê de bidomînin."

'RÊVEBERIYA XWESER DI MISOGERKIRINA YEKITÎ Û PARASTINA WELAT DE BERDEWAM E'

Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman diyar kir ku bi saya fedekariyên ku gelên herêmê dane û hevgirtina pêkhateyên destkeftî hatin bidestxistin û serkeftina li dijî DAIŞ'ê pêk hat û got: "23'yê Adarê destpêka rasteqîn a rizgarkirinê ye.''

Silêman îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser di salên dawî de, tevahî astengî, êrişên leşkerî, ambargoya aborî û girtina deriyên sînor dikarîbû xwe îsbat bike û wiha pê de çû: " Rêveberiya xweser di misogerkirina yekitî û parastina welat de berdewam e heta ku çareseriyeke aştiyane ji bo tevahî Sûriyê pêk were."

Yasir Silêman da zanîn ku ji astengiyên li pêşiya pêşketina xebatên Rêveberiya Xweser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û bêxemiya civata navneteweyî li hemberî dosyaya DAIŞ'ê ne.

Silêman bang li Koalîsyona Navneteweyî û civata navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û di hemû aliyan de destekê bidin QSD û Rêveberiya Xweser.

Endamê Meclisa Rêveber a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî Itêş jî di merasîmê de anî ziman ku ew di pêkanîna serkeftinê û pêşxistina sîstema rêveberî li welat de bi israr in û hewl didin ku gendeliya di rêveberiyê de bidawî bikin. Her wiha got: "Serekftina rêveberiyê mîna serkeftina leşkerî ye."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Wefa Celal got, malbatên şehîdan wê piştevaniya hêzên leşkerî, ewlehî û Rêveberiya Xweser de berdewam bikin.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê Beşar Saib diyar kir ku hêzên wan bi şev û bi roj dixebitin da destkeftiyên ku QSD û Rêveberiya Xweser bi dest xistine diparêzin û got, berxwedana li hemberî şaneyên DAIŞ û tevahî aliyên ku hewl didin Rêveberiya Xweser têk bibin, berdewam e.

Di merasîmê de, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê plaket diyarî fermandariya QSD'ê ya herêma rojhilat, YPJ'ê ya Dêrazorê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazor û fermandarê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Dêrazorê  kirin.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA