Rojnameyên erebî: Tu hêviyên serkeftina Başaxa ji bo razîkirina milîsan tune ne

Rojnameyên erebî yên vê sibê der barê hilbijartinên serokatiyê yên Iraqê, kar û barên Lîbyayê û rewşa Tunisê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Tu hêviyên serkeftina Başaxa ji bo razîkirina milîsan tune ne
Rojnameyên erebî: Tu hêviyên serkeftina Başaxa ji bo razîkirina milîsan tune ne
Rojnameyên erebî: Tu hêviyên serkeftina Başaxa ji bo razîkirina milîsan tune ne
23 adar, 2022   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ALIYÊN SIYASÎ YÊN IRAQÊ EZMÛNA "HÊZA HEJMARAN" BERDEWAM DIKIN’

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat ev nivîsand: "Twîta serokê Tevgera El-Sadir Muqteda El-Sedr, rikeberiya di navbera Tevgera El-Sedir û Çarçoveya Lihevkirinê de xurttir kir. Di heman demê de her du aliyan bang li parlamenterên serbixwe kir ku tev li civîna şemiya bê bibin, da ku kotaya hilbijartinên serokkomariyê temam bikin.

Li gorî pêşbîniyan her du aliyên şîe û yên bi wan re (Kurd û sunnî) heta niha li gorî tê xwestin hejmarek ji bo hilbijartinên serokkomariyê kom nekiriye (220 parlamenter). Lewma her kes zehmetiya temamkirina kotayê dikişîne ku Dadgeha Federal diyar kiriye.

Hejmara endamên Koalîsyona Sêalî ku Tevgera El-Sadir, Koalîsyona Serweriyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê digire nav xwe, bûye 146, lê Koalîsyona Çarçoveya Lihevkirinê û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Ezim hejmara namzetên wan 133 e. Ev jî dide xuyakirin ku her du koalîsyon nikarin ‘ji sêyan du’ mîsoger bikin, ev jî bû sedem ku El-Sadir bang li parlamenterên serbixwe bike ku tev li civînê bibin.

Di encamê de diyar e ku dê kesên serbixwe rewşê çareser bikin.”

‘HEWLDANÊN DAWÎ YÊN BAŞAXA; DAN Û STANDINA BI FERMANDARÊN MILÎSAN RE’

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: "Çavkaniyên ji Lîbyayê daxuyand ku serokê hikumetê ku parlamantoyê erkdar kiriye Fethî Başaxa, beriya çend rojan gihaşt Tunisê da ku li herêma rojava bi fermandarên milîsan re bicive û li dijî serokê hikumeta Yekitiya Nîştimanî Ebdulhemîd El-Debîbe bisekine ku radestkirina desthilatê red dike.

Wezîrê parastinê yê hikumeta Başaxa Ihêmîd Hewme jî pê re çûye Tunisê û roja duşemê daxuyand ku li wir bi nûnerên hin komên çekdar re civiyaye. Her wiha bi kesên din re jî bi rêya telefonê axiviye.

Hewme diyar kiribû ku ew ê bi fermandarên herêmên leşkerî yên li rojavayê Lîbyayê re bicive da ku nîqaşa xwepêşandanan bikin, bi wan bişêwire û rasterast bi serfermandar El-Ferîq El-Hedad re nîqaşê bike û her wiha bi komên çekdar ên Meclisa Serokatiyê re bicive.

Hin çavdêr pêşbîn dikin ku serkeftina Başaxa û Hewme ya têkildarî razîkirina milîsan ku piştgiriya hikumeta nû bikin, lawaz e.”

(eh)