QSD û Meclisa Dêrazorê ya sivîl salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dikin

QSD û Meclisa Dêrazorê ya sivîl salvegera 3`yemîn a rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê pîroz dikin.

QSD û Meclisa Dêrazorê ya sivîl salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dikin
QSD û Meclisa Dêrazorê ya sivîl salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dikin
QSD û Meclisa Dêrazorê ya sivîl salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dikin
QSD û Meclisa Dêrazorê ya sivîl salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dikin
QSD û Meclisa Dêrazorê ya sivîl salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dikin
QSD û Meclisa Dêrazorê ya sivîl salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dikin
QSD û Meclisa Dêrazorê ya sivîl salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz dikin
23 adar, 2022   09:24
DÊRAZOR

Bi boneya tunekirina DAIŞ`ê di ware erdnîgarî de li nuqteya herî dawî "Baxozê", QSD û Meclisa Dêrazorê ya Sivîl salvegera rizgarkirinê li Heqil El-Umer pîroz dikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk di 23`yê Adara 2019`an de rizgarkirina bajarokê Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê ragihand.

Fermandar, şervanên QSD`ê, endamên Meclisa Dêrazorê ya Sivîl û bi sedan şêniyên herêmê berê xwe dan cihê pîrozbahiyê ya li qada akademiya leşkerî ya QSD`ê li Heqil El-Umer.

Bernameya şahiyê dê bi xwendina daxuyaniya QSD`ê, Meclisa Dêrazorê ya Sivîl, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê, Yekîneyên Parastina Jin, Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bike. Paşê dê fermandarên QSD û rêvberên Meclisa Dêrazorê ya Sivîl werin xelatkirin.

ANHA