Hikumeta Şamê budçeya perwerdeyê sal bi sal kêm dike

Di pêvajoya aloziya Sûriyê de, hikumeta Şamê budçeya perwerdeyê bi awayekî balkêş kêm kiriye. Budçeya perwerdeyê ya 2021`an ji çaran yek kêmtirî ya 2010`an bû.

Hikumeta Şamê budçeya perwerdeyê sal bi sal kêm dike
22 adar, 2022   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Qasyon diyar kir ku di aloziya Sûriyê de, piştgiriya hikumeta Şamê ji qada perwerdeyê re gelekî kêm bûye û budçeya perwerdeyê ya 2021’an a hikumeta Şamê, ji çaran yek kêmtirî ya 2010`an e.

Di sala derbasbûyî de qada perwerdeyê pir paş ketibû, sedemeke vê krîzê jî rewşa aborî bû ku bû sedem ku gelek zarok dev ji dibistanê berdin û kar bikin, da ku alîkariya malbatên xwe bikin.

Têkildarî mijarê raporên rêxistinên Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku sîstema perwerdeyê li welat, nikare van hemû zarokan perwerde bike, hin xwendekar li cihên neewle dixwînin.

Gelek xwendekar jî zehmetiya kêmbûna pêwîstiyan dikişînin. Her wiha ji ber pandemiya Koronayê dibistan hatin girtin.

Budçeya perwerdeyê ya hikumeta Şamê ya 2021`an bi tenê 1,7 milyon dolar e.

NY`yê diyar kir ku pêdiviya 6,6 milyon zarokên xwendekar ên sûrî bi alîkariyê heye.

(eh)