Newroza Tebqayê: Şoreş dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berdewam bike

Şahiya Newrozê li Tebqayê berdewam e. Bi sedan şêniyên Tebqayê tev lê bûn. Axêverên şahiyê, diyar kirin ku şoreş dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berdewam bike.

Newroza Tebqayê: Şoreş dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berdewam bike
20 adar, 2022   11:57
TEBQA

Di şahiya Newrozê ya li Tebqayê de, şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Cahid Hesen axivî û got: "Em vê roja pîroz li rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan, hemû gelan û li tevgera têkoşer û şoreşger pîroz dikin ku ji beriya 50 salî ve berdewam dike û gelek serkeftin bidest xist."

Cahid Hesen ev li axaftina xwe zêde kir: "Newroz berê û niha jî şoreşa li dijî zulmê û zordestan bû. Heta gel bi tevahî azad nebe, ev şoreş dê berdewam bike."

Dûre bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqa endam Feyad El-Elî axivî û got: "Newroz roja rizgariya gelan û rakirina meşeleya berxwedan û azadiyê ya li dijî sîtmekaran e."

Feyad El-Elî wiha berdewam kir: “Em hêvî dkin ku Newroz roja bibe roja azadiya rêber Abdullah Ocalan, hemû girtiyên azadiyê, rizgarkirina Efrîn û herêmên dagirkirî.”

Endamê rêber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulhekîm El-Hisên jî axivî û got: "Ji bo pêkanîna jiyaneke azad, pêwîst bi fedakariyan heye. Em gelek eşiqê azadiyê ne. Îro em cejna azadiyê, serkeftinê û xilasiya ji zulmê pîroz dikin. Ev axa me ye ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan."

Ebdulhekîm El-Hisên di dawiyê de got: "Em ê Newroza 2022`yan bikin vejîna rojeke nû û em ê rêberê xwe Abdullah Ocalan azad bikin.”

 (eh)

ANHA