​​​​​​​Ciwanên şoreşger bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kir

Li Dirbêsiyê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kir.

​​​​​​​Ciwanên şoreşger bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kir
19 adar, 2022   16:41
HESEKÊ

Bi dehan endamên Tevgera Ciwwanên Şoreşger a Sûriyê bi hilgirtina alên ciwanan û meşalayên Newrozê ji pêşiya navenda xwe dest bi meşê kirin.

Di meşê de diruşmeyên silavkirina Newrozê û silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîdan rawestiya û li ber stranên şoreşgerî xelekên govendê hatin gerandin.

ANHA