Li Reqayê du bazirganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê du bazirganên narkotîkê girtin.

Li Reqayê du bazirganên narkotîkê hatin girtin
17 adar, 2022   10:58
NAVENAD NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ev daxuyanî da: "Hêzên me di encama şopandina kesên gumanbar de, li Reqayê du bazirganên narkotîkê girtin. Her wiha miqdareke made jî desteser kirin.

Hêzên me gumanbar şandin Dozgeriya Giştî da ku tedbîrên pêwîst bigirin û bang li welatiyan kir ku dema rewşên biguman dîtin, yekser agahiyê bidin."

(eh)