Akademiya Şehîd Nûpelda 2 dewreyên perwerdeyê dan destpêkirin

Akademiya Şehîd Nûpelda ya QSD’ê 2 dewreyên perwerdeyê dan destpêkirin. Dewre bi navên şehîd Bermal Bahoz û şehîd Avaşîn Gever tên birêvebirin.

Akademiya Şehîd Nûpelda 2 dewreyên perwerdeyê dan destpêkirin
17 adar, 2022   10:02
HESEKÊ

Akademiya Şehîd Nûpelda li Hesekê dewreyeke perwerdeyê ya bikaranîna çekên giran bi navê şehîd Bermal Bahoz û dewreyek jî ya sekvaniyê bi navê şehîd Avaşîn Gever dan destpêkirin.

Dewreyên perwerdeyê bi merasîmeke leşkerî dest pê kir û gelek fermandarên YPJ û QSD’ê tev lê bûn.

Ji fermandarên QSD’ê Newroz Ehmed di merasîmê de axivî û got: “Di serî de bi vê kîna li hember komkujiyên ku di vê mehê de hatine kirin, ya 12’ê Adarê, ya Helebçeyê û her wiha bi rihê Newrozê, bi rihê berxwedanê û serhildanê û her wiha bi rengê jinan em ji vir heta Îmraliyê di serî de ji rêber Apo re, em ji vir li ser navê tevahî hevalên li vir amade ne silav û hezkirinên xwe bi rê dikin.”

Fermandar Newroz Ehmed şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Di şexsê heval Hêlîn de ku hevaleke me ya enternasyonal bû, di pêvajoya şoreşê de berê xwe da Rojava û cihê xwe di nava şoreşê de girt, di şexsê wê de tevahî şehîdên jin ên ku ev şoreş bi kedeke mezin diyarî me kir û careke din agirê Newrozê geş kirin, Mezlûman, Zekiyan, Ronahî û Bêrîvanan û tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin.”

Newroz Ehmed têkildarî dewreyên perwerdeyê jî wiha axivî: “Di meheke wisa girîng de perwerde destpêkirin, wateyeke xwe ya mezin heye. Em tu carî ji bîr nekin ku îro ev akademiyên leşkerî yên ku têne vekirin, bi keda şehîdên me hatine avakirin û hevalên jin bi pisporî pêşengtiya wan dikin û xwe perwerde dikin. Ev bû bingeha birêxistinbûna jinan, bingeha artêşbûna jinan, bingeha ku jin bi rengê xwe, bi îradeya xwe û nasnameya xwe bi dest bixe. Îro YPJ bûye hêviya tevahî gelê Kurd û ji bo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye bingeh. Pêwîst e em bi berpirsyariyeke mezin nêzî erkên xwe yên demê bibin û tev li perwerdeyê bibin. Parastina mirov nebe ne gengaz e ku mirov bikare jiyana xwe bidomîne.”