​​​​​​​Rojnameyên erebî: Krîza siyasî ya Iraqê careke din ber bi xetimandinê ve diçe

Rojnameyên erebî yên îro îşaret bi rewşa kargehên li Helebê, vegera krîza siyasî ya li Iraqê û hilbijartinên Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Krîza siyasî ya Iraqê careke din ber bi xetimandinê ve diçe
17 adar, 2022   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

PIRBÛNA ASTENGIYAN DIBIN SEDEM KU REWŞA KARGEHÊN LI HELEBÊ NE BAŞ BE

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya El-Ereb ev nivîsnad: " Hikumeta Şamê piştgiriyê qada pîşesaziyê, ji ber wê yekê xwediyê kargeh û bazirganan gelek astengiyan dikişînin. Ruxmî ku xwediyên kargehan ku kargehên wan di encama şer de gelek zirar dîtin, sererast kirin, lê dîsa jî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne."

Di encama şerê 2012`an de çend kargeh ji zirarên şer filitîn, li ser vê yekê pîşesazên ku piştî 6 salan vegeriyan bajêr dibêjin, ew bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne, ji wan kehrebe, kêmbûna karkeran, cezayên navneteweyî, bidestxistina alavan, danûstandina û fînansan.

Li bajarê pîşesaziyê yê taxa El-Qatercî şopa şer û wêrankirinê heta niha diyar e. Şêniyên Helebê beriya şer bi hezkirina xwe ya ji kar û hilberînê re dihatin naskirin, piraniya kargehên wan li bajêr bûn û 24 saetan dixebitîn.

KRÎZA SIYASÎ YA LI IRAQÊ CAREKE DIN VEGERIYA…MUHTEMEL E HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT LI DAR BIKEVIN

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsand: "Piştî peywendî di navbera Serokê Şepêla Sedir Muqtede El-Sedir û serok Nûrî El-Malikî, rewşa siyasî gihaşt rêyeke girtî."

Çarçoveya Koodînasyonê ji gelek partî û koalîsyonan pêk tê, beriya niha tenê lihevkirina li ser redkirina encamên hilbijartinan ew dianîn gel hev, niha jî sekna li dijî koalîsyona sêlaî ku Sedir bi "Koalîsyona serweriyê" Sine û Partiya Demokrat Kurdistanê ya bi serkêşiya Mesûd Barazanî wan tîne gel hev.

Parlamantoya Iraqê daxuyand ku 26`ê vê mehê dê rûniştina hilbijartina serokê nû yê komarê were lidarxistin. Nakokiyên di navbera her du partiyên kurdî de dibin sedem ku hilbijartina serok ji nav her du namzetan; Berhem Salih û Rêber Ehmed zehmet be.

LUBNAN BER BI QONAXEKE NÛ YA HILBIJARTINAN VE DIÇE

Têkildarî kar û barên Lubnanê rojnameya El-Beyan ev nivîsand: "Lubnan ber bi lihevkirinan ve diçe û nêzî lihevkirinên hundirîn û derve ye ku çarenûsa wê dixe xeteriyê, di heman demê de hêviyên lihevkirina li ser hilbijartinan zehmet bûye."

Piştî girtina deriyê namzetiyê ji bo hilbijartinên Lubnanê ku hezar û 43 namzet bûn, qonaxa tomarkirina lîsteyan dest pê kir û tê payîn ku 4`ê Nîsanê bi dawî bikin.

Tişta balkêş ew e ku ji sala 1962`an ve cara yekê ye ku navên ewqas namzetan tê tomarkirin, ji wan 155 jin in, lê 2018`an 976 bûn ji wan 111 jin bûn. Kursiyên parlamantoyê yên Lubnanê 128 bûn û di nav misilman û suryaniyan de dihat dabeşkirin.

(eh)