Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê sedema kêmbûna mazotê eşkere kir

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku biryara rawestandina beşa duyemîn a sotemeniyê û kêmkirina rêjeya li stasyonên sotemeniyê, ji bo dabînkirina sotemeniyê ji sektora çandiniyê re ku zeviyên avî bi taybet genim werin rizgarkirin.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê sedema kêmbûna mazotê eşkere kir
17 adar, 2022   08:37
REQA- EHMED EL-ELÎ

Li stasyonên sotemeniyê ji ber kêmbûna mîqdara mazotê ku ji wan re hatiye veqetandin, erebeyên ku bi mazotê dixebitin pir zêde bûne, di heman demê de Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê belavkirina beşa duyemîn ji mazotê li Bakur û rojhilatê Sûriyê rawestand û li hember wê gelek giliyên welatiyan ji bo miqdara kêm a mazotê hene.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê Sadiq El-Xelef got biryara rawestandina beşa duyemîn a mazotê û kêmkirina miqdara ku ji bo erebeyan hatiye diyarkirin, ji bo piştgiriya sektora çandiniyê bi sotemeniya pêwîst ji bo avdana zeviyan pêwîst bû.

Sadiq El-Xelef diyar kir ku rawestandina belavkirina mazotê di serî de ji bo rizgarkirina berhema genimê avî ye, ji ber kêmbûna baranê.

Hin cotkar jî giliyan dikin ku ji bo zeviyên xwe yên çandiniyê mazot bi têra xwe peyda nakin, li ser vê yekê El-Xelef got: "Em ê destekê bidin cotkaran û miqadarên diyarkirî ji rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bikin." Her wiha bang li cotkarên ku para xwe ji mazot wernegirtine kir ku giliyên xwe pêşkêşî Rêveberiya Giştî û rêveberiya çandiniyê bikin.

El-Xelef destnîşan kir ku hejmarek ji rêveberiyan para xwe ji beşa sêyemîn a çandiniyê wergirtin û ew mîqdar radestî rêveberiyên çandiniyê tên kirin û di encamê de radestî cotkaran dikin, bi şertê ku ruxset ji bo wê standibe.

El-Xelef wiha dom kir: "Par me 5 caran mazot li ser cotkaran belav kir, ku têra 5 caran ji bo avdana genim dike, lê di mewsima îsal de li gorî şert û mercên hewayê rewş dê biguhere, ger baran nebare, em ê ji pêncan zêdetir bikin."

 Sadiq Mihemed El-Xelef lêkolînek ji bo zêdekirina dabînkirina sotemeniyê ya rêveberiyan eşkere kir.

(dx)

ANHA